Ev doz heqareta li komediyê ye

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:14

Hiqûqa Tirk her roj bi dehbetiyeke dî tê li ber Kurdan disekine. Vê carê jî ‘doza heqaretê’ li Gokhan Gunduz ê 31 sal girtî vekir. Gunduz got,’’Ev doz heqareteke li komediyê ye.’’

Gokhan Gunduz ev 31 sal in girtî ye, li gel ku cezayê wî qediyaye jî bi doz û lêpirsînên tiroviro heqê berdana wî rehîn tê girtin. Herî dawî jî ji ber karîkaturê ku xê kirî doza ‘heqareta li serokkomar’ lê hate vekirin.

Gunduz ê li Girtîgeha Hijmara 2’yan a Kiriklar a Bucayê ya Izmîrê girtî ye, bi hincetên derhiqûqî nayê berdan. Gunduz sala 1993’an bi  ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê muebedê lê hate birîn. Ji ber karîkatureke ku xêz kiriye doza ‘heqareta li serokkomar’ lê hate vekirin.

Qirika Teyyîb nexşeya Tirkiye ye

Gunduz, nameyek ji hevalê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê re şandiye. Di nameyê de jî karîkaturekî Serokkomarê Tirk Erdogan xêz kiriye. Ji ber karîkatur, bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin. Gunduz di nameya xwe de têkildarî karîkatur gotiye: "Tayyîp Tirkiyeyê daqurtandiye, lê di qirika wî de maye. Qirika wî bûye wekî nexşeya Tirkiyeyê. Helbet devê wî jî vekiriye. Ji wî devê vekirî jî milek ber bi derve ve dirêj dibe û bi afîşê digire. Di afîşê de jî tiştek hatiye nivîsandin... mesela em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

Heqaretê li aqilê me dikin 

Gunduz ku bertek nîşanî vê yekê da, di nameya xwe de ku ji parêzerê xwe re şandiye wiha got: "Tu heqaret meqaret tune ye. Tew ev doz bi xwe heqaretê li aqilê me, fikira me û li komediyê kiriye."  

Danişîna dozê di 18'ê Nîsanê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 40'emîn a Îzmîrê hat lidarxistin. Dozgerê dozê xwest bi sûcê "heqareta li serokkomar" ceza li Gunduz bê birîn. Gunduz û parêzerên wî jî diyar kirine ku gotinên di nameyê de di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne û doza beraetê kirin. 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.