Tecrîd ziyanê dide derûniya girtiyan

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 02:35

  • Li ber Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê bi çarçoweya çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ tecrîda li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin ku tecrîd were rakirin. 

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê bi çarçoweya çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ tecrîda li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin ku tecrîd were rakirin. 

Di çalakiyê de ku Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP’ê, ANYAKAYDER,  DAD û gelek xizmên girtiyan lê hazir bûn bi dirûşmeyan hate gotin, “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, ji girtiyan re azadî”.

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di çalakiyê de axivî. Karabulut destnîşan kir tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Ocalan li hemû girtîgehan berbelav bûye, diyar kir gitîgehên bi tîpa Y, S û yên bi Ewlekariya Jidiyayî ziyanê didin ser derûnî û bedana mirovan. 

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Karabulut got,’’Girtî û cezaxwariyan ji derve îzole dikin û bi vê yekê re jî dixwazin wan bi tenê bihêlin, îradeya wan tune bikin û bi awayekî bêdeng wan ji hêla ruhî û fîzîkî ve tune bikin. Di serî de Îmrali, divê di demekî herî nêz de ev kirinên derhiqûqî li tevahiya girtîgehan bên rakirin û di vê mijarê de em dengê xwe li desthilatê dikin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bila tecrîda li tevahiya girtîgehan bê rakirin. Ji girtiyên siyasî re azadî.” 

Li Mêrdînê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ku ji alî Fettah Tekîn ve hate dayin hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin. Tekîn got,’’Dawî li vê tecrîdê bînin. Heta ku hûn tecrîdê bi dawî nekin, di warê mafên mirovan, aborî û siyasetê de tiştek wê baş nebe."

Aktaş şahidiya çi kir?

Tekîn şewitandina înfaza Veysî Aktaş ê li cem Rêber Ocalan girtî ye bi bîr xist û got,’’Zarok û hevalên me serbest berdin. Çima hûn înfaza wan dişewitînin? Hûn ji bo çi danûstendinê dikin? Veysî Aktaş şahidiya çi kir? Demildest dawî li vê tecrîdê bînin, bila birêz Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de azad bibe. Mafê hêviyê nas bikin. Em gelê Kurd vê yekê qebûl nakin. Heta ku ev tecrîd bidome em ê li vir bin. Em ê dawî li vê tecrîdê bînin.”

Dayika girtî Delîl Tekîn Gurbet Tekîn jî bertek nîşanî berdewamkirina tecrîda li ser Ocalan da û bal kişand ser rewşa kurê xwe. 

ANF/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.