Li Holê operasyon dewam dike

Çarşem 14 Îlon 2022 - 22:36

  • Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ya li kampa Holê ya di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, di roja xwe ya 22’an de dewam dikin.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ya li kampa Holê ya di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, di roja xwe ya 22’an de dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev operasyonên hanê bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de dabûn destpêkirin.

Di ropja 21´ê de berê sibehê saet di 05:00’an de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YPJ'ê li Kampa Holê belav bûn û saet ji 06:00’an û pê ve operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kirin.

Heta şaneyên DAIŞ´ê nemînin 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî jî ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re got, “Zehmet e û pirr zû ye em dema bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ji bo jihevxistina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, diyar bikin. Operasyon li gorî planê dewam dike û dê heta pêkanîna armancên xwe dewam bike.

Operasyonê kapasîteyên endamên şaneyên DAIŞ’ê li kampê lawaz kir, her wiha bandora jinên El Hesbê li ser xelkê kampê kêm kir. Lê divê em wan bi temamî rakin. Ev erk dikeve ser milê civaka navneteweyî ku li benda bersivdayîna wan in da ku pirsgirêka welatiyên xwe yên li kampê çareser bikin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.