Li girtîgehan Kurdî tê qedexekirin

Sêşem 13 Tebax 2024 - 01:15

Her ku diçe zext û zordariya dewleta Tirk a li ser ziman û çanda Kurdî zêdetir dibe. Dewleta Tirk ku hewl didin li dawetên Kurdan, govend û muzîka Kurdî krîmînalîze bike û her wiha çavnebariyê li çend peyvên Kurdî yên ji bo hişyariya trafîkê dike, niha jî hewl dide ku li girtîgehan Kurdî qedexe bike. Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi Kurdî hate qedexekirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku rêveberiya girtîgehê axaftinên bi Kurdî yên li ser telefonan qedexe kirine. Li ser agahiyê, bi navê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay çû di 8’ê tebaxê de çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir. Tay, der barê binpêkirinên li girtîgehê got,’’Ev gaveke dermirovî û êşkence ye.’’

 Êşkence ye

Parezer Tay, diyar kir girtiyan gotine xasme jî  piştî ku midûrê girtîgehê guheriye zex tû zordariya li ser Kurdî zêdetir bûne, axaftina bi Kurdî ya i malbat û girtiyan re hatiye qedexekirin û wiha domand: “Me bi girtiyên siyasî û edlî re hevdîtin kir. Girtiyan got midûrê girtîgehê guher,ye û bi vê yekê re zext û êriş zêde bûne. Kiriyarên midûriyeta nû ya girtîgehê li dijî qanûn, hiqûq û wijdanê ne. Girtiyan got; ‘Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku midûriyetê ji me re got hûn nikarin li ser telefonê bi Kurdî biaxivin.’ Ev zext, hem li dijî destûra bingehîn hem jî li gorî qanûna girtîgehê xelete. Heqekî  wan ê wisa tune ye û ev yek dermirovtî ye. Ev bi tena serê xwe êşkence ye.”

Gavên salên 90’î tînin bîra mirov 

Bi domdarî Tay destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê qedexe kiriye ku parêzer bi xwe re defter û qelemê bibe girtîgehê. Tay, axaftina xwe wiha qedand: “Girtiyan gotin ku midûrê nû ji wan re gotiye; ‘Dema hûn radizên, ceyranên qawîşê vekirî bihêlin da ku ez bibînim bê ka hûn çi dikin.’ Ev derqanûnî ye. Girtiyan got ku dema hevdîtinên bi malbatan re jê re dibêjin ‘hûn nikarin wan hembêz bikin.’ Ev tişt, dermirovî ye. Gavên kêfî danîne. Ji ber qedexeya defter û qelemê, min serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê got; ‘qanûneke wiha tune ye.’ Komîsyona me wê di roja sêşemê de dîsa biçe girtîgehê û raporekê amade bike. Gavên salên 90’î yên weke ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’ tînin bîra mirov. Wê têkoşîna me ya li dijî van derhiqûqtiyan bidome.” 

MA/ZEYNEP DURGUT/ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.