Li girtîgehan ‘cînayeta sîyasî’ didome

În 21 Hezîran 2024 - 00:31

  • Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ku li gel malbatên girtiyan 12’ê Hezîrê bi Wezîrê Dadê yê Tirk re têkilî  girtiyên nexweş rûniştibû bi bîr xist, sala 2023’an 42 û 2024’an jî heta niha 23 girtî jiyana xwe ji dest dane û got, ‘’Ev cînayetên siyasî ne’’.

Girtiyê bi nexweşiya giran Yildirim Han ku ji bo dermankirinê ew şandibûn Enqereyê jiyana xwe ji dest da.

Yildirim Han ku li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê di nava lîsteya girtiyên bi nexweşiya giran de cih digirt. 

Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya 2 hefteyan sewqî Enqereyê kirin.Han ku tedawiya wî li Enqereyê dewam dikir, nîvê şevê şehîd bû. Cenazeyê Han wê  ber bi Colemêrgê ve bê şandin.

Malbatên girtiyan û parlamenterên DEM Partiyê 12’ê hezîranê li Enqereyê bi mijara girtiyên nexweş, tecrîda li ser Rêber Ocalan bi Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç re hevdînek rû bi rû pêk anîbûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Newroz Uysal Aslan jî di hevdîtinê de amade bû.

Girtiyên nexweş derman nakin

Uysal a ku ji Rojnamevanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Akin re axivî, da zanîn ku çavkaniya hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got, “Yek ji pirsgirêka herî mezin a girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e. Girtiyên nexweş bi tu awayî nayên dermankirin. Li girtîgehan dimirin. An jî dema radikin nexweşxaneyan dimirin. Yan jî dema tên ber mirinê tên berdan. Tu wîjdan viya qebûl nake. Lê herî zêde dewlet vê bê wîjdaniyê dike. Di sala 2023’yan de 42 girtî mirin. Em di 2024’an de ne û heta niha 23 girtî mirin e. Ev cînayetek siyasî ye. Ew ji ber polîtîkaya dewletê dimirin. Divê ku dewlet dest ji polîtîkaya kuştina girtiyan berde.”

Malbat xeberê ji zarên xwe nastînin 

Uysal bal kişand ser çalakiya girtiyan a ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û malbat ji 4’ê Nîsanê vir ve nikarin agahî ji girtiyan bigirin. Uysal bi bîr xist ku girtî çalakiya derneketina hevdîtina telefonan, malbatan û boykotkirina dadgehan demek dirêj li pey xwe hişt û ji ber vê yekê malbat nikarin agahî ji zarokên xwe bigirin û malbat jî li derve çalakiyan li dar dixin ku dengê girtiyan bidin bihîstandin. 

Bi şêwazeke burokratîk nêz bû

Uysal derheqê hevdîtinê ya bi Wezîrê Dadê yê Tirk re ev agahî dan:’’Hevdîtinek 15-20 deqîqe bi Wezîrê Dadê re pêk hat. Malbatan rewşa tecrîda li girtîgehan, îşkenceya li zarokên wan tê kirin, astengkirina azadkirina girtiyan a bi biryarên desteya girtîgehê, nedermankirina girtiyên nexweş ji wezîr pirsîn. Malbatan hin daxwazên xwe ji wezîr re gotin. Wezaretê daxwazên malbatan li ba xwe nivîsand. Lê wezaret bi terzek burokratîka klasîk nêzî çareserkirina pirsgirêkan bû û ji bo çareseriya pirsgirêkan tu dîrok neda. Hem wan hem jî me got ev hevdîtina bi malbatan re pirr kin e. Ji bo em çarşema piştî cejnê hevdîtinê bikin, dîsa me randevu girt.” 

Polîtîkaya li ser girtiyên nexweş berdin

Uysal da zanîn ku ew hevdîtinê girîng dibînin û lê ji bo gavên şênber bên avêtin van gavan têr nabînin û got: “Ji bo hemû pirsgirêk bên çareserkirin, divê dest ji polîtîkaya girtiyên nexweş, tecrîda li Îmraliyê û îşkenceyê bê berdan.” 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.