Şam û Enqere sedema aloziyê ne

În 23 Tebax 2024 - 00:50

Hikumeta Şamê daxwaz an jî bangawaziyên sûriyeyiyan ên ji bo diyaloga navxweyî red dike. Herî zêde jî bangewaziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo diyalogê hene. Siyasetmedarê sûriyeyî yê muxalif Fîras Qesas têkildarî mijarê got: "Xwezaya rejîmê, rêbaza pê gihaştiye desthilatê bi rêya mîrasgirtinê, bi hêzê û çawa bi rêya tundiyê û şer xwe li ser lingan hiştiye, ji ber van hemûyan hikumeta Şamê ji diyalogê re ne vekirî ye. Rejîma ku tenê çîn, berjewendî, plana xwe ya îdeolojîk nas dike, çawa dikare dest bi diyalogê bike? Tu aliyeke siyasî nas nake, ji bilî aliyên ku xizmetê ji berjewendî û zordestiya wê re dikin, nahêle tu alî bimînin. Rejîma Sûriyeyê ne ji ber sedemên nîştimanî normalîzekirina bi Tirkiyeyê red dikir, rejîma Sûriyeyê û ya Tirkiyeyê li ser hegemonyayê şer dikin. Di vê çarçoveyê de, Tirkiye bi qasî dikare erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir ku hîna vê axê ji mafê xwe dibîne û dikare çarenûsa wê diyar bike."

El Qesas îşaret bi taybetmendiyên her du dewletan kir û got: "Ti cudahiyeke cewherî nîn e. Her du jî dibînin ku roleke dîrokî li herêmê dilîzin û aqubeta wan hema çarenûsa welatên wan in. Her yek dixwaze di kesayeta xwe de desthilatê rave bike. Her du jî zordest, faşîst in. Bi nêrîna min rast e Rûsya fişarê dike ji bo ku rejîma Sûriyeyê bi ya Tirkiyeyê re normalîzeyê bike. Lê berjewendiyeke din a rejîma Sûriyeyê ji normalezîkirinê heye ku ew jî girêdayî sazkirina têkiliyên bi derve re ye, bi şêwazekê ku desthilat û hegemonyayê vegerîne."

Bi nêrîna El Qesas hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 15`ê Adara 2011`an ji bo ku desthilata wê vegere wek berê û Tirkiyeyê vê jî dixwaze û hewl dide rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegere beriya 2011`an û got:"Ji ber wê dîsa ez dibêjim, her du aliyan li ser girêkirina aloziyê li hev kiriye û ew bingeha normalîzekirinê ye. Heke her du aliyan li hev kir yan nekir, di her du rewşan de, hebûna wan li ser desthilatê, ji bo her du gelan ziyaneke mezin e."

ANHA/GÎVARA ŞÊX NÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.