28 sal in li girtîgehê bi platînê dijî

Çarşem 21 Tebax 2024 - 02:05

Girtiyê Nexweş Îbrahîm Er ku niha li Gîrtîgeha Tîpa L’yê ya Panosê girtî ye, ev 30 sal in girtî ye û ev 28 sal in platîn di lingê wî de ye. Ji ber ku tedawiya wî nehate kirij lingê wî ji ber şarapnelê her ku diçe kin dibe û damarên wî zeîf dibin. Bira Yaşar Er got ATK ne bêalî ye û weke birayê wî bi sedan girtiyên nexweş di vî halî de ne.

 Girtiyê nexweş Ibrahîm Er ku 1994’an li navçeya Başko ya Îdirê di di pevçûnekê de birîndar bû. Er piştî heftiyekê piştî êşkenceya giran ku lê hatî kirin hate girtin û cezayê miebetê lê hate birîn. Tedawiya Er nehate kirin û ji ber şarapnele ya di lingê wî yê çepê de linge wî kin bûye û bi zorê dimeşe. Her ku diçe demarên lingê Er zehîf bûne û li gel vê nexweşîna bronşît û bêhnstendinê jî lê peyda bûne. 

Bav ji qehra krîzê li dilê wî da

Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er têkilî birayê xwe got,"Piştî ku hat girtin bi du salan, yanî di sala 1996'an de hat emeliyatkirin. Ji wê rojê heya niha platîn di lingê wî de ye. Ji wê çaxê heya niha baş nehatiye dermankirin û platîna di lingê wî de jî nehatiye derxistin. Ji ber vê her çû demarên di lingê wî yê çepê de zihîf bûn û lingê wî kin ma. Ji ber vê rewşa birayê min bavê min jî nexweş ket. Bavê min di sala 2006'an de gava diçû hevdîtinê, krîzê li dilê wî xist û bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da." 

 5 sal in kurê xwe nedîtiye

Er diyar kir ku birayê wî piştî hatiye girtin bi çend salan sewqî bajarên dûrî wan kirine û wiha domand: "Dêya min 75 salî ye, extiyar e û çokên wê diêşê. 5 sal in nikare biçe girtîgehê cem birayê min. Wekî tê zanîn wekî berê rewşa aborî jî nahêle em pir biçin. Ji bo birayê min sewqî girtîgeheke nêzî me bikin me çend caran daxwazname da, lê bi neyînî hatin bersivandin."

ATK ne bêalî ye

 Er, da zanîn ku ji bo rewşa birayê xwe çend caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) dane lê hemû serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "ATK, ne bêalî ye. Bijîşkên li wir bêalî tevnagerin. Wekî birayê min bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin. AKP-MHP çi bêjin wiha hereket dikin."  

Er bilêv kir ku pirsgirêka girtîgehan tenê ne ya Kurdan e û wiha bi dawî kir: "Ji bo çareserkirina meseleya Kurd ji destê kê çi tê divê bê kirin. Siyaseta wan li ser esasê nenaskirina Kurdan e. Gava kes ne li gor wan be, qadên jiyanê ji wan re nahêlin. Gava mesele Kurd bin, her kes li hemberî wan e.’’

MA/ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.