ÎGK ya ku  bi biryarên ku dide ketî dewsa dadgehên Tirk li gel ku cezayê girtiyan xilas bûye jî bi hincetên curbecur mafê derketinê ya girtiyan rehîn digire û  nahêle ku girtî ji girtîgehê derkevin. Yek van jî girtiyan ku mafê wî yê derketinê rehîn hatiye girtin Soydan Akay e ku cara sêyan e ku derketina wî tê texîrkirin.

Soydan Akay ê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Marmarayê de ye, bi hinceta "ragihandina rêxistinî dike" cara sêyan 6 mehên din hat taloqkirin. 

Soydan ku ji 1993’an ve girtî ye, cezayê wê 11’ê Tebaxê 2023’an temam bû lê li gel vê jî nehatiye berdan.  Di 12'ê Tebaxê de cara 3'yan 6 mehên din jî hat taloqkirin. Akay ku ji sala 2018'an ve di hucreya yekkesî de ye û hevdîtinên wî yên parêzeran tên tomarkirin, berdana wî bi hinceta "rewşa nebaş" hat taloqkirin. Di biryarê de hat gotin ku li girtîgehê wekî berpirsê girtiyên PKK'yî tê zanîn û li girtîgehê ragihandina rêxistinî dike.  

Akay bi nexweşiya pençeşêra prostatê ye. Her wiha Hepatît B û romatîzma pê re heye. Akay, di lîsteya "girtiyên nexweş ên giran" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.  

Parêzer Veysel Akay, ji bo birayê xwe pêşwazî bike ji Almanyayê hat ber girtîgehê. Lê belê xebera ku berdana birayê wî hatiye taloqkirin girt.  

Akay, anî ziman ku ew ji 8'ê Tebaxê heta 12'ê Tebaxê her roj diçe cem birayê xwe û diyar kir ku biryara taloqkirinê di roja dawî de, di dawiya mesaiyê de hatiye dayîn. Akay diyar kir ku malbat û hevalên wî 3 roj in ji bo pêşwazîkirina Akay çûne girtîgehê û diyar kir ku bi biryarê re malbat jî mexdûr bûye û hatiye cezakirin.

Akay, anî ziman ku girtiyên nexweş bi tenê hatine hiştin û got ku li hemberî vê yekê muxalefet qels e. 

Wasiyê Akay, Şafî Hayme jî got ku li hemberî Akay muameleyeke "taybet" heye û bal kişand ser nexweşînên Akay. Hayme bilêv kir ku bernedana girtiyan bêedaletî ye û got: "Em ê li ber xwe bidin. Em ê heya dawiyê li cem zarokên xwe û hevalên xwe bin. Çimkî em mafdar in." 

MA/RÛKIYE ADIGUZEL