Berdêla,’Hûn şerm nakin?’

Şemî 17 Tebax 2024 - 01:55

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê pirsa ‘’Tu poşman î?’’ li girtiyê 30 salî Nurettîn Çelebî kir. Dema ku bersiva,’’Hûn şerm nakin?’’ ji Çelebî bihîst berdana wî 6 mehan betal kir. Çelebî got çi jî bikin ew ê li ber wan bi paş ve gav neavêjin.

Nûrettîn Çelebî (53) ku 30 sal in girtî ye û di Girtîgehea Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî nayê berdan. Çelebî di sala 1994’an de dema xwendekarê zanîngehê bû li Mêrsînê hate girtin, ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “Yekitî û yekpariya dewletê xerakirinê” cezayê muebetê lê hate birîn. Çelebî ya di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin divê di 4’ê gulanê bihata berdan lê belê tahliyeya Çelebî 6 mehan hate taloqkirin.   

Di lijneya taybet de kî hene?

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Ûysal Aslan rewşa Çelebî anî rojeva Meclisê. Ûysal destnîşan kir ku berdana Çelebî ji hêla “lijneya taybet” ve ji ber nêrîna “xweşhalî nîn e” nayê berdan û wiha pirsî: “Derveyî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehan di nava ‘lijneyên taybet’ de kî hene?”. 

Birayê wî Abîdîn Çelebî  yê ku 6’ê Tebaxê serdana birayê xwe kirî ragihand diviya 4’ê Gulanê bihate berdan, wan xwe amede dikir wî li ber girtîgehê pêşwazî bikin, midûrê girtîgehê jî gotiye ew ê wê rojê were berdan û got dema ku ew li ber girtîgehê disekînin parêzeran gotiye nehate berdan.

Pirsa ‘Poşman î?’ hatiye kirin

 Li ser sedema wê jî Abidînî Çelebî Lijneya Îdarê û Çavdêriyê ji birayê wî pirsa “Gelo tu poşman î?” pirsîne û diyar kir ku birayê wî jî bertek nîşanî pirsîna vê pirsê daye û wiha pê de çû: “Ji birayê min pirsên ‘Gelo tu poşman î?’, ‘Dema ku tu derketî tê çi bikî, tê biçî çiya?’ pirsîne. Ew jî li hember van pirsan hêrs bûye û wiha bersiv daye, ‘Ma ne şerm e hûn van pirsan ji min dipirsin?’. Bi ser vê yekê lijne berdanê 6 mahan taloq dike. Birayê min jî bersiva ‘Ez we vedixwînim ku hûn qanûnên xwe bi cih bînin, hûn qanûnên xwe binpê dikin’ daye.” 

Moralê xwe neşkînin

Kekê Nûrettîn Çelebî derbarê hevdîtina bi birayê xwe re kiriye axivî û ev tişt gotin: “Dema em çûne girtîgêhê birayê min dilê me xweş dikir û ji me re digot ‘Moralê xwe xera neşkînin, çi bikin bila bikin em paş de gav navêjin’. 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.