Xweparastin pîroz e

În 23 Tebax 2024 - 01:55

Bi çarçoweya pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî’’ li gelek bajaran bi dirûşmeya ‘’Xwendinên Azadiyê’’ parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û nîqaşkirin. Li Amed, Êlih û Wanê mijarên ‘’Xweparastinê’’ û ‘’Teoriya Kulîlkê’’ ku di parastinan de derbas dibe hate nîqaşkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi çarçoweya pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî’’ li gelek bajaran çalakiyên 'Xwendinên Azadiyê' hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Kurdistanê her roj girseyên gel li hev kom dibin û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin.

Yek ji van bajaran ku parêznameyên Ocalan lê hatî xwendin Amed e. TJA li navçeya Karaz a Amedê il avahiya DEM Partiyê bi jinan re li hev civiya. Di çalakiyê de mijara 'xweparastinê' ya ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike û 'Teoriya Kulîlkê' hate xwendin û nirxandin.

Piştî xwendinê jinan li ser girîngiya xweparastinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Erxeniyê jî li gelek taxan girseyên gel li hev kom bûn. Li taxa Petrolkent a Êlihê civîn hate lidarxistin. Di civînê de beşên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, li ser siyaseta heyî nirxandin hatin kirin. Li bajarokê Girêsîra yê Êlihê jî çalakiya xwendinê hate lidarxistin.

Li gelek navçeyên Wanê jî çalakiya 'Xwendina Azadiyê' di roja 7'an de dewam kir. Li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtê, li taxa Stasyonê ya navçeya Tûşbayê û li taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê civînên xwendinê hatin lidarxistin. Her wiha tecrîd hate nîqaşkirin.

Çalakî wê li gelek bajarên din jî berdewam bike.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.