Girtiya bi pençeşêrê tedawî nakin

În 16 Tebax 2024 - 00:50

Şehrîban Mîmkara ku bi nexweşiya pençeşerê ye bi rengekî rûtîn nabin kontrolê, tedawiya wê nayê kirin, parêzera Mîmkara Gul Fehîme Bînîcî diyar kir ev nêzîkatiyeke kêfî ye, pençeşera Mîmkara berbelav dibe û got ev nêzîkatiya ku li girtiyan tê kirin binpêkirina mafê tendiristiyê ye. 

Girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ya ku li Gîrtîhea Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê girtî ye, di nav llîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya girtiyên nexweş de ye bi nexweşiya pençeşerê ya qirikê ye, ji nîsana 2024’an ber bi îro ve bi awayekî rûtîn nabin kontrolên nexweşxaneyê. Mîmkara ya ku piştî demekî kin hate emeliyatkirin û ji 3 girikên penceşêrî yek jê hate girtin. Bijîşkên gotine ku ji bo girik mezin nebin divê werin girtin, dan zanîn ku divê Mîmkara di nava mehekî de 2 caran biçe kontrole lê ev 5 meh in kontrola wê nehatiye kirin. Rêveberiya girtîgehê her carê jê re dibêjin ‘’heftiya pêşiya me’’ ew ê bibin kontrolê lê tim taloq dike.

Bi kêfî kontrola wê nakin

Parêzer Gul Fehîme Bînîcî ya bi muwekîla xwe Mîmkara re hevdîtinê pêk aniye destnîşan kir ku nebirina muwekîla wê ya nexweşxaneyê sepanekî kêfî ye û wiha got: “Bi kêfî mafê wê yên tenduristiyê tê binpêkirin. Her ku diçe bêhtir gavên kêfî li ser girtiyan hene. Taybetî jî li dijî girtiyên nexweş ên siyasî, nêzîkatiyên kêfî gelek zêde bûne. Yek ji van jî Şehrîban Mîmkara ye. Rewşa Mîmkarayê her ku diçe girantir dibe.’’

 Nexweşî berbelav dibe

Bînîcî da zanîn ku wiha biçe wê penceşêra wê ya qirikê belavtir bibe û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de şert û mercên pêwîst nîn in. Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin bijîşk û dermanan. Lewma her roj rewşa Şehrîbanê girantir dibe. 2 girikên penceşêrî yên di qirika Şehrînê de, hêj li cihê xwe ne û her ku diçe mezintir dibin. Bi ya me belavî hin lebatên din jî bûne. Ji ber Şehrîban anî ziman ku di demên dawî de şewata wê ji nişkav ve zêde dibe, binê piyê gelek germ dibe. Ji ber nexweşiyê gelek zeîf bûye. Got ku dema daqurtandinê de zehmetiyê dikêşe.” 

Binpêkirina mafê tenduristiyê ye 

Bînîcî diyar kir ku bijîşkên li girtîgehê wek demkî tên peywirdarkirin pir zû diguherin, rayeya wan a nivîsandina dermanan sînorkirî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîşkên çûne girtîgehê diyar kirine ku ew nikarin her dermanî binivîsin û sewqê bikin. Hinek girtî 4-5 mehan neçarê benda sewqê dibin. Sepanên bi vî awayî derveyî Peymana Ewropayê û Destûra Bingehîn in. Ev yek binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Girtîyên nexweş an di doşeka mirinê de yan jî bi darbestê tên tabûrcîkirin. Divê wezaret gavên hewce biaxive. Divê Wezareta Tenduristiyê kêmaniyên bijîşkan ên di girtîgehan de çareser bike. Divê ji bo girtiyên nexweş mafê xwe yê tenduristiyê bi dest bixin, hemû rêxistinên tenduristiyê seferber bibin. Divê ji bo girtî werin dermankirin demildest werin berdan.” 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.