Hebûna YPJ'ê cihê baweriyê ye

În 23 Tebax 2024 - 02:40

Fermandara YPJ'ê ya Eyaleta Hecînê ya ser bi Kantona Dêrazorê Axîn Qamişlo êrişên hêzên hikumeta Şamê û komên Dîfa El Wetenî yên 7'ê Tîrmehê li kantona Dêrazorê kirin, nerazîbûna gel a li hemberî vê yekê, bi taybetî eleqeya jinên Dêrazorê ji bo YPJ'ê ji ANF'ê re nirxand. Axîn Qamişlo diyar kir ku ji sala 2014’an ve êrîşên giran li dijî Dêrazorê çêbûn û got:“Herî dawî 7’ê Tebaxê êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Beriya êrîşan bi daxuyaniyeke ragihandin ku operasyon dane destpêkirin. Xwe bi berfirehî amade kiribûn. Çi ji derve be çi ji hundir be xwe ji bo operasyoneke berfireh amade kiribûn. Bi rêya hucreyên veşartî yên li hundir û ji derve bi hejmareke mezin ji êrîşeke mezin re amade kiribûn. Lê vê êrişê dirêj nekir, ji ber ku hêzên me bersivên giran dan û bêyî ku çend roj bidomin êrîş hatin têkbirin. Ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve cihên sivîl hatin hedefgirtin. Bi taybet bajarê Dehlayê bû hedefa zêde ya hikumeta Şamê. Bi çekên giran li dijî Ebû Hemamê êrîşên berfireh hatin kirin. Li vir dîsa cihên sivîlan hedef girtin. Sivîl şehîd bûn, birîndar bûn û malên wan zirar dît. Lê tevî van hemûyan jî gel gav paşde neavêtin. Ji piştevaniya QSD’ê carek jî dudilî nebû. Ji ber ku gelê li vir êdî rastiya dijmin nas kir. Êdî bi tu awayî bawerî bi propaganda û polîtîkayên van hêzan naynin.”

Dewleta Tirk li pişt êrişan e

Axîn Qamişlo bidewamî got:“Li pişt van êrîşan hin dewletên herêmî, dewleta Tirk û bi taybet hikumeta Şamê heye. Li vir bi taybet hesabên berfireh ên dewleta Tirk heye. Dixwazin li herêmê tevlîhevî çêbikin, baweriya gel a ji bo QSD’ê bişkînin. Lê hemû hesabên van li ber avê ve çû. Gelê Dêrazorê li vir li kêleka QSD’ê ma û piştgirî da. Heta li hinek cihan gel çek rakir û li gel şervanan cih girt. Hinek sivil hatin li eniyan nobet girtin. 

Komeke ku xwe weke hêzên eşîran bi nav dikin hene. Lê ne gel û ne jî eşîr bi tu awayî van koman qebûl nakin. Êrîş herî zêde li aliyê Ebû Hemam û Qiranîç çêbû. Ji ber ku li vir hucreyên veşartî hebûn, ji ber vê yekê bi taybet ji vir destpê kirin. Bi vî rengî wê hucreyan jî xistiban tevgerê. Lê bi ser neketin. Li van aliyan hêzên me hinek operasyon pêkanîn. Di van operasyonan de gelek hucreyên veşartî hatin girtin. Jixwe hucreyên hatin girtin li xwe mikur hatin dîtin ku hinek dewletên herêmê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk wan birêxistin dike, piştgirî dide wan û cebilxane û lojistîkê peyda dikin.”

YPJ’ê bi coş pêşiwazî dikin

Axîn Qamişlo da zanîn ku jinên Dêrezorê YPJ’ê weke hêviyê dibînin û got:“Hem feodal hem jî civakî ya avaniya vê herêmê heye, hem jî DAÎŞ’ê çend sal zihniyeta xwe li vir belav kiribû. Li ser jinan zextekî giran hebû. Jin bêyî îrade hatin hiştin. Her wiha li Dêrazorê eşirtiyeke kûr heye. Rastiyeke ku jinê her tim di plana duyemîn de digire, jinê her tim ji zilam cihê dibîne û biçûk dibîne heye. Lê piştî ku herêm ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, jin li vir xebat û geşedanên girîng pêş xistin. Rêxistin û saziyên wan ên xweser hene. Yekîtiya Jinan a Zenubiya heye. Jin hewl didin xwe li dora vê yekîtiyê birêxistin bikin û xwe li her qadê jiyanê nîşan bidin. Hebûna YPJ’ê li herêmê baweriyeke cuda dide jinan. Dema YPJ’ê serdana malbatan dikin bi coş û hezkirineke mezin tên pêşwazîkirin. Ji me re dibêjin, ‘YPJ mifteya ku rêya me vedike ye.’ Jin tevlî YPJ’ê dibin. Piştî van êrîşên dawî jî jin tevlî YPJ’ê bûn. Sekna bihêz a YPJ’ê hêviyê dide wan. Em ê weke YPJ û QSD’ê heta dawî li pişt gelê Dêrazorê bin. Em ê wan li dijî her curê êrîşan biparêzin. Bi taybet em ê weke YPJ’ê ji bo jinan çi ji destê me were bikin. Em amade ne ku ji bo zehmetiyên ku wan dijîne derbas bikin, her curê têkoşîn û fedakariyê bikin.”

ANF/ROJ DENÎZ-HÎVDA HEBÛN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.