Li gorî daneyên Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CISST) li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê cih nemaye. Parêzer Ferdî Yamar diyar kir li girtîgehan mafên sereke yên girtiyan têne binpêkirin, kêfiyet li Tirkiyê bûye norma sereke û polîtîkaya dewleta Tirk.
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CISST) rapora têkilî girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyê aşkere kir. Li gorî daneyên di raporê de li Tirkiyê 403 girtîgeh hene û kapasîteya girtîgehan 295 hezar û 328 girtî ye û heta 31’ê Çile ya 2023’an li girtîgehan 348 hezar û 265 kes li girtîhan dihatin girtin. Li gorî vê sedî 18.74’î zêdetirî kapasîteyê girtîgeh hatine tijekirin.
Mafê sereke jî nayên bicihanîn
Parêzer Ferdî Yamar ê OHD’î diyar kir li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê şertên jiyanê her roja ku diçe girantir dibe. Yaman anî zimên bi giştî azadî û heqên sereke hatine betalkirin, li girtîgehên ku ti kontrola civakê li ser tine û asta binpêkirina mafan pir zêdetir e, lêzimiyên herî bingehîn ên girtiyan jî nayên bicihanîn û got pirtûk, kovar û rojnameyên ku girtî dikarin bixwînin jî bi biryarên dadgehan têne astengkirin û nadin wan, bi hincetên beredayî û kêfî heqê girtiyan tê binpêkirin.
Mitehit û dadger ketine pêşbirkê
Yamar her wiha anî zimên Tirkiye bixwe jî bûye mîna girtîgeheke dorvekirî, li girtîgehan cih nemaye, weke ku ev ne bes be girtîgehên nû têne têne avakirin û got,’’Girtîgehên beriya niha bi demeke nêz hatin vekirin di demeke kurt de kapasîteya wan tijî bû û sewq hîn jî dewam dike. Lewma dadgerên ceza yên sûlhê û muteahhîtên girtîgehan ava dikin ketine nava pêşbirkê."
Ji hiqûqê dûr dikeve
Parêzer Yamar herî dawî got, "Li gelek girtîgehan li qadên hevpar jî ranza hatine bicihkirin û gelek girtî neçar dimînin ku li erdê razên an jî gelek girtî neçar dimînin ku nivînê xwe bi dorvegerî bi kar bînin (Yek bi şev radizê, yek jî bi roj radizê). Ji ber vê jî pirsgirêkên nexweşiyên ji ber hîjyen, xwarin û şewbê rû didin. Di nava sîstemeke bi vî rengî de ku roj bi roj ji hiqûqê dûr dikeve, girtinên kêfî û lêpirsînên bi neheqî bûye polîtîkaya dewletê."
ANF