Akbulat ê girtî ev 10 meh in bernadin

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 01:55

Nevzat Akbulat ê 12 sala ceza lê hatî birîn û cezayê wî qediyayî, ji ber ku ‘’poşman’’iya ku li ser hate ferzkirin qebûl nekir ev 10 in nayê berdan. Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehên Tirk bi hinceta ku ‘’ne di rewşeke baş de ye’’ heqê berdanê yê Akbulat rehîn girtiye. Bavê Akbulat, Omer Akbulat got, ew ê serê xwe netewînin.

Nevzat Akbulat ê piştî ku 2011’an salekê girtî ma û hate berdan, 2016’an dîsa hate girtin û vê carê jî bi îdîaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ dadgeha dagirkeriya Tirk 12 sal ceza lê birî. Li gel ku cotmeha 2023’an cezayê jî xilas bûye jî saziyeke ucube ya bi navê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehên Tirk carekê 3 mehan û du caran jî her carê 6 mehan berdane wî hate texîrkirin.

Ev 10 meh in bernadin

Lijneya navborî li ser girtiyên siyasî yên Kurd ‘’poşmantiyê’’ ferz dike û dema ku girtî vê qebûl nekin bi hincetên cuda, yên wekî ‘’ne di rewşeke baş de ye’’ bi kêfî heqê berdanê yê girtiyan rehîn digire. Rêveberê Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUYAD-DER) ya Wanê Akbulat jî yek ji wan girtiyên siyasî yên Kurd e ku heqê wî yê berdanê rehîn tê girtin.

Bavê Akbûlak Omer dijî van kirinên Lijneya navborî helwesta xwe nîşan da, anî zimên ji ber ku kurê wî poşmaniya ku lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye li gel ku cezayê wî xilax bûye jî ev 10 meh in kurê wî nayê berdan. 

 Em serê xwe natewînin

Bav Akbûlak, da zanîn ku kurê wî bi dorê li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û Girtîgeha Tîpa T a Qersê hate ragirtin û wiha got: “Dema dibe hikumxwarî vê carê sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate kirin, pişt re sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê û dû re jî herî dawî sirgunî Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Lijneya girtîgehê  ya li vir her carê kom dibe û jê re pirsa ‘tu poşmanî?’ dike. Ji bo ku vê qebûl nake jî her carê berdana wî tê taloqkirin. Kurê min çima poşman bibe? Hewl didin serî bi girtiyan bidin tewandin. Ew çi bikin bila bikin em ê serî netewînin. Em dest ji nasname û partiya xwe bernedin. Çi dikin bila bikin em ê fikra wan qebûl nekin. Kurê min 10 meh in cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye çima li hundir e? Bi hezaran girtiyên weke kurê min hene. Li Girtîgeha Panosê girtiyên ku du sal in cezayê lê hatiye birîn xelas kirine hene lê nayên berdan.”

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.