Li gel tecrîdê çareserî nabe

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:36

  • Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji bo çareseriya pirsa Kurd got divê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, her wiha dewleta Tirk dev ji polîtîkaya xwe ya milîtarîst a li bara siyaseta Kurd biqere.

FERHAT SEZGÎN / MA / STENBOL

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ku dawiya hefteyê li Konferansa bi navê ‘’Li dijî Siyaseta Tecrîdê Têkoşîna Aştî û Azadiyê’’ ya li Stenbolê ji rojnamevanê MA’yê Ferhat Sezgîn re axivî.

Tahmaz bi bîr xist ji avabûna dewleta Tirk û wir ve polîtîkaya sereke ya dewletê ya li bara Kurdan bi çarçoweya ‘’polîtîkayên ewlehiyê’’ bûye. 

Tahmaz têkilî maliyeta van polîtîkayên milîtarîst ên dewleta Tirk got,’’Ji ber pêvajoya pevçûnan, maliyeteke lêçûnên leşkerî heye ji bo Tirkiyeyê. Pirsgirêkên ku çavkaniyên binerd û sererd bi awayekî realîst nayên nirxandin û parvekirin hene. Hem lêçûn heye, hem jî pirsgirêka nebikaranîna çavkaniyên binerdî heye. Her wiha ev dibe sedema pirsgirêkên welatî nikarin mafên wekhev, civakî û aborî bi kar bînin. Budçeya ku Tirkiye ji artêşê, polîs û cerdevanên xwe re xerc dike û bûdçeya ku ji bo ji nû ve afirandin û hilberandina îdeolojiya kemalîst û ji nû ve zindîkirina nasnameya Tirk xerc dike, tiştên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê pêk tînin."

Dewlet bi ‘ajanda’ bû 

Tahmaz bi domdarî pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de ku aktorê sereke Rêber Abdullah Ocalan bû û atmosfera wê demê ku li Tirkiyeyê hat afirandin jî bi bîr xist. Tahmaz diyar kir ku di wê serdemê de xwestek û daxwaza aştiya civakî çêbûye, lê destnîşan kir ku di vê serdemê de dewlet xwedî "ajanda" bûye: “Dema ku dewletê xwest di polîtîkaya Kurdan de guhertineke erênî yan neyînî çêbike yan jî dema dihizirî ku êdî ev rewş nadome, ewilî serî li Îmraliyê daye. Em dizanin ku dema deriyê Îmraliyê tê girtin sertbûn çêdibe. Îmralî, bû gava ewil a ji bo çareseriyê." 

Gavên çareseriyê

Tahmaz anî ziman ku bêyî guhertina şert û mercên fizîkî yên Abdullah Ocalan tu gav ji bo çareseriyê nayên avêtin û got ku tecrîd di vî warî de xala sereke ye. Tahmaz der barê gavên din ên der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ku divê bên avêtin wiha got: “Gava duyemîn ew e ku bêyî ku rêgez, sazî û binesaziya çareseriyê ya ku li gelemperiya cîhanê hatiye qebûlkirin, çûna ber bi çareseriya demokratîk ne pêkan e. Gava sêyemîn divê Tirkiye dev ji polîtîkaya 'ewlehiyê' ya ku niha dimeşîne, ango polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan ên li hemberî pêkhateyên siyasî yên Kurd û aktorên herêmî yên bi armanca tasfiyekirina tevgera siyasî ya Kurd, berde."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.