Li Êzîdxanê vegerin

Duşem 1 Tebax 2022 - 22:30

  • KCK: Mîna berê, niha jî em bi xelkê Şengalê re ne. Em Şengalê û xelkê me yê Êzidî weke emanetê Rêber Apo dibînin û di mijara hebûn û jiyana azad a Êzidxanê de em xwe deyndar û berpirsyar dibînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên fermana Şengalê bi bîr anîn û got; “Ev komkujiya ku DAIŞ’ê li dijî civaka me ya Êzîdî pêk anî, di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û bi êş e. Em bang li Êzîdiyan dikin ku li warê xwe vegerin û ji bo pêkanîna armanca Êzîdxana azad hewl bidin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di dîrokê de Êzîdiyan dewlet ava nekirine, lewma jî têgihîştina zilm û serweriyê di kevneşopiyên wan de cih negirtiye. Mixabin dewlet û hêzên hevkar ku bi feraseteke zext û desthilatdariyê tevdigerin, di dîrokê de qirkirin li ser Êzîdiyan ferz kirin û gel qetil kirine. Êzîdiyên ku di dîrokê de rastî bi dehan fermanan hatine, ji bo ku xwe ji komkujiyan dûr bixin, û ji bo parastina bawerî, ziman, çand û nasnameya xwe ya gelan li çiyayên Şengalê bi cih bûn û hewl dan bijîn. Ji ber vê yekê Êzîdî çiyayê Şengalê û erdnîgariya wê weke welatekî pîroz dibînin.”

Fermana herî mezin e

KCK´ê bi bîr xist ku komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de a bi destê DAIŞ’ê dewama komkujiyên di dîrokê de bûye û bi vê qirkirina hat xwestin ku qirkirina Êzîdiyan bibin serî. Wê wiha dewam kir: Di vî warî de fermana 73’yan di dîrokê de ferman û qetlîama herî mezin a li dijî Êzîdiyan bû. Jixwe PDK’ê berê biryara xwe dabû û li gorî amadekariya xwe dema ku qetlîamê dest pê kir, gelê Şengalê bi tenê hişt reviya. Dewlet û artêşa Iraqê jî xwedî li berpirsyariyên xwe derneket û li hemberî qetlîaman gel neparastiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mudaxeleyî vê rewşê kiriye û nehiştiye ku li ser gel qetlîam were kirin.

Gerîla qirkirin asteng kir

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mudaxeleyî êrîşên DAIŞ’ê kir û nehişt ku rewşeke girantir derkeve holê. 

Piştî qetlîamê jin û xortên Êzidî ji bo parastina Şengalê hatin ba hev, rêxistina parastinê ava kirine û ev tişt ji bo gelê Şengalê gaveke gelekî girîng û dîrokî bûye. Bi têkoşîna hêzên Şengalê, DAIŞ ji Şengalê hate avêtin û Şengal hate rizgarkirin. Gelek qehremanên mezin ên wekî Şehîd Zerdeşt, Saît, Mam Zekî, Dijwar, Nazê, Gulçîn û Bêrîvan ji bo avêtina vê gava dîrokî, parastin û azadkirina Şengalê de pêşengtî kirine. Jinên Êzîdî jî di warê leşkerî û siyasî de di her astê xwe de xwe rêxistin kirine, ji bo jiyan were azadkirin û dîsa were avakirin pêşengtî kirine, hesap ji qetlîam û qetlîamkeran xwestine û bersiva herî watedar û rast dane wan.

Xweparastin ferz e

Xelkê Şengalê ku di tevahiya dîrokê de komkujî lê hate kirin, di sedsala 21’ê de jî rastî komkujiyê hat. Lewma xweparastin û ji aliyê siyasî ve jî xwebirêxistinkirina xelkê Şengalê ne tenê mafeke, di heman demê de mecbûriyetek e. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bi wate û rast dibînin ku xelkê Şengalê bi îradeya xwe xwedî mafê gotinê be û xwe biparêze. Yên ku naxwazin Şengal û xelkê Êzîdî bibe xwedî îrade vî mafê rewa dikin mijara nîqaşê. PDK di nava helwêst û nêzîkatiyeke bi vî rengî de ye. PDK ji ber ku dixwaze mîna berê li ser Şengalê serwer be, li ber xwerêveberî û xweparastina xelkê Şengalê radibe.

PDK xelkê êsîr dike

PDK xelkê Şengalê yê li kampan dîl digire û hewl dide sûdê ji vê rewşê wergire. Xelkê li kampan dîl digire, nahêle vegere Şengalê û ji bo polîtîkayên xwe yên li ser Şengalê bi kar tîne. Di heman demê de weke depoyeke dengan dibîne û ji vê rewşê sûdê werdigire. Di nava rewşeke bi vî rengî de gotina ‘PKK li pêşiya vegera xelkê li kampan asteng e’ dereweke mezin e. 

Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd di salvegera 8’an a komkujiya Şengalê de, di şexsê şehîdên komkujiyê û şehîdên di oxira rizgarkirina Şengalê de canê xwe feda kirin, em şehîdên şoreşê û demokrasiyê careke din bi bîr tînin û soza ku me daye wan, dubare dikin. Em dibêjin, mîna berê, niha jî em bi xelkê Şengalê re ne. Em Şengalê û xelkê me yê Êzîdî weke emanetê Rêber Apo dibînin û di mijara hebûn û jiyana azad a Êzîdxanê de em xwe deyndar û berpirsyar dibînin. Em careke din bang li Êzîdiyan dikin da ku li warê xwe vegerin û ji bo pêkanîna armanca Êzîdxana azad bikevin nava hewldanan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.