Li Efrînê xelk li dijî dagirkeriyê bi hêrs e

Çarşem 22 Adar 2023 - 01:25

Pêr şev li navçeya Cindirêsê çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gule li Kurdên ku agirê Newrozê pê dixistin reşandin û komkujî pêk anîn.

Di komkujiyê de 4 welatiyên ji malbata “Pêşmerg” a ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê şehîd bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42).

Piştî komkujiyê malbatên şehîdan û bi sedan kesî xwepêşandan kir û çûn pêşiya “nexweşxaneya leşkerî” ya dewleta Tirk a dagirker a li navenda bajarê Efrînê da ku cenazeyan wergirin. Piştî wergirtina cenazeyan, malbatan şehîdên xwe birin bajarokê Atmê yê Idlibê.

Li gorî dîmenên li ser malperên medya dijîtal hatine parvekirin, ji tevahiya gund û navçeyên Efrînê xelkê berê xwe da Cindirêsê da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

Xelkê ku li ser kavilan kom bû, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê gotin.

Li cihê ku welatî lê kom bûn, agirê Newrozê jî hatî pêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.