Li dijî qedexeyê li Berlînê ne

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 04:34

  • RiseUp4Rojava got, 29 sal pirr zêde ne, ji bo ku pêşî li aştiyê bê vekirin, divê qedexe bê bidawîkirin. Werin, em li Berlînê nîşan bidin ku em pirr in û ji krîmînalîzekirinê natirsin.

HAKAN TURKMEN/BERLÎN

 

Înîsiyatîfa Betalkirina Qexeya PKK'ê bi slogana “Qedexekirina PKK'ê bi dawî bikin” 26'ê Mijdarê, yanî di salvegera 29'an a qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê, li Berlînê çalakiyekê li dar dixe. Di nava rêxistinên destekê didin Înîsiyatîfê de Antifa, Attac, Azadî, BastA, Die Linke, Feminstiche Partei, Interventionistische Linke, Linksjugend, Women Defend Rojava, KON-MED, YXK, YJK û bi giştî bêhtirî 50 sazê, rêxistin, kom û partî hene.

Roja 26'ê Mijdara 1993'yan, wezîrê karê hundir ê federal ê hingê Manfred Kanther, tevahiya xebatên PKK'ê li Elmanyayê qedexe kirin. Piştî hingê, xebatên li ser navê PKK'ê û nîşandana sembolên wê jî li Elmanyayê weke sûc hatin dîtin. Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrutê got, ew ê di salvegera 29'an a qedexeyê de li Berlînê û gelek navendên din jî qedexeyê protesto bikin. 

 

Li dijî qedexeya siyasî

Zumrut bal bire ser têkoşîna azadiyê ya Kurdan û got, “PKK di pêvajoya 50 salan de mafê xwe yê xweparastinê yê rewa bi kar anî, têkoşîna miletê Kurd bi rê ve dibe. Ti aliyê rewa yê vê qedexeyê nîne. Ev qedexe ne tenê li dijî PKK'ê ye, ew li dijî gelê Kurd e.” Wê got, li dijê vê qedexeya siyasî ew ê têkoşîna xwe li meydanan jî dewam bikin.

Zubeyde Zumrut wiha bal bire aliyên çareseriya pirsgirêkan dixitimîne yê qedexeyê jî: “Gelek hêzên navneteweyî dikarin bi rêxistinên terorîst ên weke Talibanê re jî rûnin, lê radibin tevgera ku doza rewa ya gelê Kurd dimeşîne weke 'rêxistina terorê' bi nav dikin. Ev pêkanîneke antî.demokratîk e. Di vî warî de çalakiya me ya li Berlînê ya 26'ê Mijdarê gelekî giring e. Îsal li gelek deverên Elmanyayê wê çalakî hebin.” 

 

Em nîşan bidin ku em pirr in

Înîtiyatîva RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) jî ji bo çalakiya 26'ê Mijdarê, ji xelkê xwest beşdar bibin û nîşan bidin ku ew gelek in: “Yek ji mexdûrên pêşî yên qedexeyê Halîm Dener bû, ew 30 Hezîrana 1994'an ji aliyê polêsê Elman ve gava ku ala didaleqand, hatibû qetilkirin. 29 sal pirr zêde ne, ji bo ku pêşî li aştiyê bê vekirin, divê qedexe bê bidawîkirin. Werin, em li Berlînê nîşan bidin ku em pirr in û ji krîmînalîzekirinê natirsin.”

 

Piştgiriya navneteweyî

Buroya Hiqûqê Azadî kî got, “Ji ber qedexeyê, kesên doza penaberiyê kirin, hatin dersînorkirin, mafê wan ê welatîbûnê hat binpêkirin. Halê hazir jî di hepsên Elmanyayê de 8 welatiyên Kurd ji ber sedemên siyasî girtîne.” Buroyê xwest li dijî vê qedexeya neheq piştgiriya navneteweyî bê nîşan dan û xelk ji bo wê 26'ê Mijdarê li Berlînê tevlî çalakiyê bibe. 

 

Kartpostalên li dijî qedexeyê

Sazî û dezgehên 3. Aktion, Welt Saar û Konseya Penaberan a Saarlandê, li dijî qedexekirina PKK'ê li seranserê Elmanyayê kampanyayeke kartpostalan da destpêkirin. Wan got, “Ji tacîz û krîmînalîzekirina 29 salan re êdî bes e!” Di çarçoveya kampanyayê de 11 hezar kart wê 24'ê Mijdarê bi rojnameya heftane Jungle World re û 50 hezar kart jî 26'ê Mijdarê jî bi çapa Berlînê ya rojnameya Tageszeitung (TAZ) re bên belav kirin.

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.