Li Madrîdê deng û bîra sirguniya Kurdî

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 27 Gulan 2026 - 17:00

  • Nivîskar Selîm Temo dê di 30ê Gulanê de biaxive. Ew dê li ser helbest û şanoya kurdî biaxive. Ev hevdîtin li pirtûkxaneya Desperate Literatureyê pêk tê. Çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike. Selîm Temo dê di 31ê Gulanê de derseka dî bide. Ev ders li Parqa Retiroyê çêdibe. Ew ê li derve perwerdeyeka edebiyatê pêk bîne. Ev çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike.

 

Saziya "Casa Kurda"yê li paytextê Îspanyayê Madrîdê bernameyeka çandî amade kiriye. Navê vê bernameyê "DENG: Deng, Bîr û Sirguniya Kurdî" ye. Saziyê ev çalakî bi hevkariya pirtûkxaneya Desperate Literatureyê çêkiriye. Nivîskar Selîm Temo, Fatma Savcî û Ciwanmerd Kulek dê beşdarî bernameyê bibin. Nivîskaran li ser helbest, şanogerî, sirgûnî û nasnameya kurdî gotûbêj amade kirine. Ev çalakî li ser şêwazên nû yên edebiyata kurdî ya heyama niho ye.

Nivîskar Selîm Temo dê di 30ê Gulanê de biaxive. Ew dê li ser helbest û şanoya kurdî biaxive. Ev hevdîtin li pirtûkxaneya Desperate Literatureyê pêk tê. Çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike. Selîm Temo dê di 31ê Gulanê de derseka dî bide. Ev ders li Parqa Retiroyê çêdibe. Ew ê li derve perwerdeyeka edebiyatê pêk bîne. Ev çalakî dê di saet 16:00an de dest pê bike.

Hevdîtinên meha Hezîranê

Fatma Savcî û Ciwanmerd Kulek dê di 12ê Hezîranê de biaxivin. Ew dê li ser sirgûnî, nivîsandin û bîra kurdî biaxivin. Ev hevdîtin li pirtûkxaneya Desperate Literatureyê pêk tê. Çalakî dê di saet 20:00an de dest pê bike. Ev her du nivîskar dê di 13ê Hezîranê de derkevin parqê. Ew dê li Parqa Retiroyê bi xwendevanan re bicivin. Ew dê li vê derê helbest û nivîsên xwe bixwînin. Ev bername dê di saet 16:00an de dest pê bike.

Çalakiyên li Parqa Retiroyê ji bo her kesî vekirî ne. Saziyê ji bo van bernameyan tu pere diyar nekiriye. Amadekar dê di çalakiyan de bi zimanên kurdî, spanî û îngilîzî biaxivin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.