
- Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku ji bo Kurdistaniyên li sirgûnê yek ji mezintirîn çalakiya çandî û hunerî tê dîtin, piştî bernameyên ku li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê hat lidar xistin, bidawî bû. Bêhtirî 400 folklorîstên ciwan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di roja yekem de meşa kevneşopî ya Mihrican pêk hat, piştre jî pêşandanên govendên gelêrî yên ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatin lidarxistin. 22 kom beşdarî çalakiyê bûn.
Mîhrîcana çandî ya salane ya 37’emîn li bajarê Wuppertal ê Elmanya, di 23-24’ê Gulanê de hate lidarxistin. Gelek Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar Mustafa Şahîn axivî û diyar kir ku festîval ji bo parastina çand û folklora Kurdî girîng e. Hunermend Amele, destnîşan kir ku çalakiyên çandî yên ku bi hejmarek biçûk dest pê kirine, îro pir mezin bûye û gihaye mîlyonan.
Di pêşbirkê de, "Koma Evîna Welat Bi Hevre" ji Swîsreyê cihê xwe di rêza yekem de girt. Tîmên ji Hamburg û Kolnê di rêza duyemîn de bûn û "Koma Şiyar" ji Salzgitter jî rêza sêyemîn bi dest xist.
Mîhrîcanê her wiha xelatên ji bo cil û bergan û xelatên taybet ên juriyê da. Bêhtirî 400 folklorîstên gelêrî yên ciwan beşdarî çalakiyê bûn.
Mîhrîcan bi govendên gelêrî yên Kurdî bi dawî bû.
ANF/WUPPERTAL







