Li dijî ambargoyê çandin niha diçinin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Kantona Şehbayê bi erd û ava xwe ya bi bereket tê naskirin. Lewma berhemên wekî kartol, pîvaz, sîr û pirraniya sebzeyên avî ji deverên din bêhtir li Şehbayê tên çandin.

ALAN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA

Komîteya Çandiniyê û cotkarên kantona Şehbayê tevî ambargoya hikûmeta Şamê û êrişên artêşa Tirk a dagirker, berhemên xwe diçinin û erdê cot dikin da ku sebzeyên payîzê jî deynin.

Kantona Şehbayê bi erd û ava xwe ya bi bereket tê naskirin. Lewma berhemên wekî kartol, pîvaz, sîr û pirraniya sebzeyên avî ji deverên din bêhtir li Şehbayê tên çandin.

Ji sedî 70 ji cotkarên kantonê, demsalên biharê û payîzê kartol û sebzeyên avî, genim û ceh diçînin.

Van rojan, cotkaran dest bi çinîna kartolan kiriye û her wiha dest bi cotkirina erd kirin da ku sebzeyên payîzê jî biçînin.

Hevseroka Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê, Efîfe Kalo got, cotkaran û Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê 500 hektar çandine û ev rûber jî ji par kêmtir e. Par 700 hektar hatibû çandin. Sedem jî ambargoya li ser kantonê nahêle ku madeyên pêwîst ên çandiniyê yên wekî mazot, zibil, tov bên peydakirin.

Hikûmeta Şamê, tenê dema welatî pereyekî zêde bidin, dihêle madeyên sereke yên weke mazot, derman û xwarinê derbasî kantonê bibin.
Efîfe Kalo got, armanca Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê ew e ku li herêmê rewşa debarê ji bo xelkê baş bike û li ser vê yekê divê hewcedariyên sereke werin dabînkirin. 

Projeyên dema pêş

Li ser projeyên dema pêş ên komîteyê, Efîfe Kalo got, "Piştî çinîna van berheman, em ê sebzeyên demsala payîzê biçînin û em ê zêdetirî 40 hektar kartol deynin, her wiha 10 hektar garis û sebzeyên din jî ji vê rûberê kêmtir dê werin çandin.

Di heman demê de der barê peydakirina madeyên ji bo çandiniyê pêwîst ên weke mazot û zibili de jî, plansaziyekê em ê destnîşan bikin da ku li herêmê rewşa debarê baş bibe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.