Li dêrên wêranbûyî

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Nîsan 2022 - 22:00

  • Roman Robroek li seranserî Îtalya geriyaye û ji Bakur ber bi Başûr ve çûye. Wî di vê xebata xwe de wêneyê 100 dêrên kavilbûyî yên terikandî, girtine. Helbet wî fresk û mîmariya van dêran, ango hostetiya bêhempa jî raxistiye ber çavan.

XASÊ CÛNÊ

Li dinyayê her welat bi hin taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Hinek bi avahiyên xwe yên dîrokî, hinek bi xwezaya xwe û hinek ji wan jî bi ol û baweriyên cihê. Îtalya jî bivê nevê bi Vatîkanê û navendbûna ji bo Katolîkiyê tê zanîn. Li gorî texmînan li Îtalya’yê 65 hezar dêr hene. Gelek ji van dêran niha wêran bûne û nayên bikaranîn. Wênegirê Holandayî Roman Robroek wêneyan dêrên wêranbûyî yên terikandî digire û derbarê dêran de gelek agahiyên din parve dike. 

Roman Robroek li seranserî Îtalyayê geriyaye û ji Bakûr ber bi Başûr ve çûye. Wî di vê xebata xwe de wêneyê 100 dêrên kavil yên terikandî, girtine. Hellbet wî fresk û mîmariya van dêran, ango hostetiya bêhempa jî raxistiye ber çavan. Jixwe, tişta bala wî kişandiye jî hunerê di nav van dêran de ango freskên li ser dîwaran bûne. Her wiha Roman Robroek dibêje, li Îtalyayê bi qasî hezar dêrên kavilbûyî hene û dibe ku hejmar zêdetir be jî. 

Çêkirina freskan zehmet bû

Nihêrîna Roman Robroek ya li van dêrên kavil û wêranbûyî nihêrîneke xweş û balkêş e. Di wêneyên wî de mirov dibîne ku di van dêran de hostetiyeke bêhempa heye û freskên gelek baş hatine çêkirin. Lê ev freskên di dêran de hatine çêkirin, roj bi roj hildiweşin tên xwarê. Dêrên ku Robroek wêneyên wan girtine, niha di nav xwezayê de bûne kavil û winda bûne. Robroek, wêneyên şapelên piçûk jî û yên dêrên mezin jî girtine. Ew bi van wêneyan çand û hunerê li ser dîwarên dêran radixe ber çavan. Ji ber ku berê çêkirina freskan ya li ser dîwarên dêran gelekî zehmet bû û dirêj dikişand.

Li gundên vala dêrên bêxwedî

Roman Robroek, di gotara xwe de dibêje, "Kêmbûna elaqeya li hemberî dêran nayê wê maneyê ku hêza Katolîkbûnê jî kêm bûye.

Mirovên ku li gund û bajarokên piçûk nikarin debara xwe bikin, berê xwe didin bajaran. Nexasim jî ciwan. Ji ber vê yekê jî gelek gund vala dibin û kes xwedî li avahiyên dîrokî yên weke van dêran, dernakeve û lewma ew wêran dibin û hildiweşin, tên xwarê." Robroek, dibêje, "Ev gund û bajarokên ku min li wan wêne girtin, gelekî bêdeng bûn û kes li wir nemabû." 

Ji çavan dûr dibin kavil

Robroek dibêje, ev dêr tenê bi saya hin fonan dikarin werin parastin. Her wiha ew balê dibe ser mîmariya li dêran û dibêje, mînakên mimariyên wiha êdî nemane. Robroek wiha pê de diçe: “Dibe ku kes bawer neke ku ev dêrên hunerî kavil dibin û hildiweşin, lê rastî di wêneyan de tê xuyanê. Sedema vê yekê jî tinebûna aboriyê ye û her wiha ji bo mirov debara xwe bikin, piştî demekê mecbûr in li aboriyê bifikirin û zêde kes guh nade van dêran. Piştî gund vala dibin, ev dêr jî bê xwedî dimînin. Ji lewma li gundê vala yên xerabe, ji çavan dûr ev dêr jî hildiweşin û dibin kavil.”

‘Ji bo siberojê weke neynikê ne’

Ji bo Robroek ev dêr girîng in, xasma jî hunerê li van dêran pirr bala wî dikêşe û dibêje, "Ev wêneyên min dikarin ji bo hin hunermendan bibin çavkanî." Ji ber van sedeman wî li gund û bajarokên bêdeng daye pey van dêran û wî wêneyên wan yek bi yek girtine. Robroek herî dawî bi bîr dixe ku ev dêr derbarê rabuhiriyê de gelek tiştan ji me re dibêjin û gotina xwe wiha ba dawî dike: “Ji bo em li siberojê bifikirin, ev dêr weke neynikê ne. Di demên kevn de xelk dihat û li vir îbadet dikir. Tenê ne îbadet, ji hêla civakî ve jî gelek tişt parve dikirin bi hev re. Heger îro ev cihên taybet kavil bibin û kes xwedî li wan dernekeve, divê em li ser vê yekê bifikirin û bibêjin gelo çima? Şopên li ser van kavilan şêpên rêûresmên civakên berê ne, heger em li van şopan baş bikolin, em ê siberojeke baştir ava bikin.”  

ROMA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.