Li ‘Dengê Rabirdûyê’ bibihîzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 00:42

Weşanxaneya Şilêr a ku li Rojava hatiye damezirandin û heya niha gelek pirtûkên bi Kurdî û Erebî çap kiriye, pirtûkeke din jî çap kir.

Pirtûka bi navê “Dengê Rabirdûyê” ya Paul Thompson û Joanna Bornat ku weke xebateke “Dîroka Devkî” tê zanîn wergerand Kurdiya Kurmancî. Mehmûd Demîr pirtûk ji zimanê Ingilîzî wergerandiye Kurmancî.

Danasîna pirtûkê bi vî awayî ye;

"Bingeha dîroka devkî û çîrokên jiyanê, guhdarkirin û qeydkirina bîreweriyên mirovan û serpêhatîyên jiyanê ye. Ew ji alîyê gelek kesên cuda yên wekî xebatkarên civakî, lêkoler, dîroknas, mirovnas, civaknas, etnolog (nijadnas) û derûnnasan ve, di gelek formên cuda yên xebatên civakî, dîrokî û siyasî de tên bikaranîn. Dîroka devkî û qeydên çîrokên jiyanê dikarin di film, radyo, TV, pirtûk an jî muze û pêşengehan de werin pêşkêşkirin û dikarin ji bo kesên din wekî çavkanîyeke hevpar werin arşîvkirin.

Armanceke vê pirtûkê ew e ku pratîk û felsefik be. Beşên ewil-ji yekem heya heştem- perspektîvên berfireh der barê taybetîyên sereke yên dîroka devkî û çîrokên jîyanê de pêşkêş dikin: Rolên wan ên civakî û dîrokî, çavkanî, pêşke- tin û belavbûna wan a li seranserê dinyayê, rolên wan ên di tevgera bawerîya berfireh de, mijarên li ser xwezaya bawerîyê wekî palpiştekê û têkilîya wê ya bi xwebûn, ser pêhatî û nasnameyê re."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.