Li Berlînê Kolana 17'ê Hezîranê  

Yeko ARDIL nivîsand —

În 20 Mijdar 2020 - 23:45

  • Li vî bajarî bi hezaran kolan, abîde, peyker, muzexane û lewheyên zer yên li erdê çîklandî hene.

Li bajarekî bifikirin ku her dera wî mîna xwendingehekê be. Ev der Berlîn e. Beyanî gava hûn ji şîpika malê gava xwe diavêjin derve dîroka mirovahiyê we pêşwazî dike. Dîroka ku di encamê de bi qasî 40 milyonî mirov hatin kuştin hişk û zexm bi gozeka lingê we digire. Li erdê, li ber lingê we lewheyên zer, zêrîn ên piçûk hene û bang li we dikin, "Ji bîr meke. Em jî demekê sax bûn. Li wî xaniyî, li wî xaniyê ku niha tu û hûn lê rûdinin, bi bextewarî dijiyan, em jî niştecî bûn."

Ji wan lewheyên ku bi sed hezaran li her deverên Berlînê hatine çîklandin, hinek behsa dîrokeke bi xwîn dikin û lewheyên zêrin dewam dikin, “Di vî xaniyî de em jî rûniştin. Me xwar, vexwar, em zewicîn, me zarok çêkirin. Rojên dilşadî û tengasî jî me hebûn. Lê êvarekê bi ser me de girtin û gotin, hûn Cihû ne, me got belê. Cîranên me qereçî bûn ew jî birin. Li aliyê din komunîst hebûn, ew jî birin. Çiqas kesên li dijî wan hebûn, tevde kom kirin û em ji nişka ve mîna ku sêrbazekî pif li gerdûnê û jiyanê bike, vegeriyan van lewheyên zer û zêrîn."

Eger rojekê qismet bibe, riya we bikeve Berlînê, hûn ê misoger bibînin ku ev bajar bi rastî jî bi mirovan re diaxive. Hûn li ku dibin bibin; li xanê, li eywanê, li kolanê, li ber çemên Sprê û Havelê, kanalên fireh û dirêj, golên kûr an jî baxçe û daristanên bajarî bin. 

Ev bajarê ku bi çêyî û ne çêyî mohra xwe li dîrokê daye, gelo bi qasî gundekî Kurdistanê jî kevnar û dîrokî ye? 

Bawer bikin bi qasê saeteke wî jî ne dûr û kevn e. Wisa ji serdema kevirîn ve jî dest pê nake. Di dîrokê de qeydên wî yên nivîskî yên destpêkê xwe digihînine 1200 salan. Cara yekem di sala 1244´an de bi navê Berlînê hat nasîn. 

Lewra danberheveke bi gundên Rojhelata Navîn re ne pêkan e û dûrî êqil e. Rast e, ev ne pêkan e, lê çawa ku ji bo mirovan tê gotin, aqil ne li gorî temen e, nemaze li gorî mêjî û kêrhatinê ye. Ev bajar jî wisa ye, wî di dem û dewraneke pir kin de xwe gihandiye asteke girîng a dîrokê. 
Wisa jî her der û deverên wî şahidiya bûyerek an jî gelek bûyerên dîrokî dike. Ji wan, ev kolana 17´ê Hezîranê (Strasse 17. Juni) ya fireh û dirêj ku li navenda bajêr e jî bi gava yekemîn re bi gozeka mirovî digire û dibêje, raweste!..Raweste û guhdariya min bike.

Ez weke kolana "Strasse 17. Juni" ango şahidiya roj û dîrokeke dijwar dikim. Guhdarî bike: “Di 17´ê Hezîrana sala 1953´an de ji 700 aliyên cûr bi cûr yên Berlînê bêhtirî milyonek mirovî ber bi min ve herikîn. Daxwaza hemûyan jî azadî û demokrasî bû. Wan dixwest desthelatdariyê hişyar bikin û balê bikşînin ser rewşa kar, mûçe, serbestiya gotin, raman û bi giştî jiyana ku jê nerazî bûn. Xwepêşandan di demeke kin de veguherî serhildaneke mezin. Demildest tankên Sovyetê bi nêv gel ketin û serhildan têk birin. Di encamê de herî kêm 50 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û bi qasî 15 hezar kesan jî kirin nezaretê."

Mirov xwe nagire û yekser dibêje, “Wey faşîstên xwînxwar û barbar!

Lê kolan vêna qebûl nake: “Na. Ew ne faşîst bûn. Bileks, ji xwe re şoreşger û demokrat digotin. Navê dewleta wan jî Komara Demokratîk a Elmanyayê bû. Bi kurtî DDR jî dibêjin. Di vir de xwe şaş meke." Di wê kêliyê de gotina birêz Abdullah Ocalan a gotî, “Di navbera sosyalîzm û faşîzmê de xeteke zirav heye" li bin hissên mirovî dikeve.

Li vî bajarî bi hezaran kolan, abîde, peyker, muzexane û lewheyên zer yên li erdê çîklandî hene. Pirraniya wan jî şahidiya bûyerên dîrokî dikin. Gelek navên girîng hene ku mirov her roj di ber wan re, ser wan re diçe, lê hîç bala mirovî nakişînin. Kêliya ku tu bi pey wan dikevî, tu dibînî ku çi ezamet an jî sosret di hundirê wan navan de hene.

Ji bo Kurdan, bi taybetî jî Kurdên Bakurî girîngiya vê babetê bi siyasetmedar û lehengên şoresger tê pîvandin. Heta wisa ku gava yek bi qencî behsa şoreş û sosyalîzmê dike, gelek caran Elman bi xwe jî dipirsin: “Bist du Kurd e?“ (Tu Kurd î?)

Lê mixabin li vî bajarî ne tenê Rosa, Karl û bi hezaran şoreşger jiyane û xwe fedayê azadiya mirovahiyê kirine. Gelek kes jî bi destê rejîma sosyalîst hatine kuştin û divê mirov li ser wan bûyeran jî bi hûrgilî bipeyive. 

Divê bi qasî kes û lehengên şoreşger, mirov wan kesan jî bi bîr bîne. Wê demê mirov dê heq bike di ser wan navan re derbas bibe û silavê li wan bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.