Li Başûr Roja Cîhanî ya perwerdeyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Çile 2024 - 02:45

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 3’ê Çileya 2018’an, roja 24’ê Çileya hemû salek weke Roja Cîhanî ya Perwerdeyê diyar kir. Piştî ku rejîma Baas ji nav xaka Herêma Kurdistanê hat derxistin, herêma li dijî firînê hat ragihandin û statûya federalî dan Kurdan, di sala 1992’yan de li gel damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezareta Perwerdê û Xwendinê jî hat damezrandin. Ji wê demê ve xwendina bi zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê dest pê kir. Di destpêkê de ev serkeftinek mezin û berçav bû ji bo Kurdan. Lê niha perwerde û xwendin li Herêma Kurdistanê, çar meh û nîve li parêzgehên Silêmanî û Helebce, îdareyên serbixwe yên Germiyan, Raperîn û navçeya Koye ya girêdayî Hewlêrê ji ber mamostayên bi peyman nayên tayînkirin û mûçeyên wan nayên dayîn, dests bi boykotê kirine.

Mamosta her roj daxwaza mafên xwe dikin, deriyên dibistanan girtîne û bi hezaran xwendekar ji xwendinê qut bûne. Hikûmeta Herêmê jî li şuna guh bide daxwazên mamostayan, gefa ji kar derxistinê li mamosteyan dixwe. Dibistanên taybet derbek giran li perwerdeya Kurdî dane. Di sala 1994’an de yekem car dibistana taybet a bi navê Zanîngeha Işik li Hewlêrê hat vekirin. Li Silêmaniyê di sala 1997’an de yekem dibistana taybet a bi navê Kolêja Selahedîn hat vekirin ku her du dibistanên taybet jî girêdayî Tirkiyeyê ne. Niha wisa lê hatiye ku hejmara dibistanên taybet bi qasî hejmara dibistanên hikûmî ne. Piraniya van dibistanan biyanî ne, ji çand, huner û perwerdeya bi zimanê Kurd û Kurdewariyê dûr in. Mamostayên biyanî bi zimanên cûda li van van dibistanên taybet de wane didin. Van mamostayan li gel xwe çand û zimanê welatê xwe anîne û jehrê dirijînin nava mejiyê zarokên Kurdan. Wan ji ziman, çand û dîroka wan dûr dixin. Piştî 32 salan, li şûna sîstema perwerde û xwendinê li Herêma Kurdistanê bi pêşkeve, berbi paş de çûye. Ev jî ji encama siyaseta hikûmraniyek gendelkar û xelet e. Di dema kabîneya Mesrur Barzanî de ev şikestin û gendelkarî gihiştiye asta herî jor. 

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.