Ji bo azadiya Ocalan têbikoşin

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:51

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê navber dewam dike, bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê, Dr. Hekîm Ebdulkerîm derbarê tecrîda girankirî de axivî.

Ebdulkerîm destpêkê da zanîn ku divê hemû azadîxwazên cîhanê li dijî tecrîda li Îmraliyê xwedî helwest bin û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan kar bikin. Dr. Hekîm ragihand ku Rêber Ocalan bi tez û fikrên xwe azad e, nikare were dîl girtin û got:“Ne tenê Gelê Kurd bi sedan dîroknas û akademisyen ramanên Rêber Ocalan dixwînin û lêkolîn dikin, ji ber ku Rêber Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, lewma hatiye dîl girtin. Çareseriyên birêz Ocalan sîstema dewlet netewe ya li Rojhilata Navîn hildiweşîne, ji ber ku ew jiyana hevbeş a gelan diparêze û demokrasiyê diparêze.” Dr. Hekîm di dewama axaftina xwe de behsa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dike:“Ev tecrîd nîşana aqilê sîstema sermayedar e, erkê hemû azadîxwazên cîhanê ew e ku ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan kar bikin.” Di dewama axaftina xwe de Dr. Hekîm dibêje:“Li gorî encamên hilbijartina şaredariyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, têgihiştina tezên Ocalan di nava Tirkiyeyê de bûye navenda guhertinê. Ev yek li Rojavayê Kurdistanê xwe daye nîşandan, gel projeya çareseriyê ya Rêber Ocalan ji bo xwe bingeh digirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.