Li Garê gefa komkujiyê

În 19 Nîsan 2024 - 18:30

  • Hebûna dewleta Tirk a li Herêma Kurdistana Federa dibe sedema mirina sivîlan, hilweşîna jîgehan, koçberiya bi zorê, ziyana li ser sirûşt û ajalan. Dewleta Tirk ku ji sala 2017’an û wir ve êrîşên leşkerî tîne, ragihand ku ew ê tevgereke giran a dagirkeriyê bîne ser Garê.

REWŞAN DENIZ/BEHDÎNAN

Di hedefa dewleta Tirk de ku ji sala 2017’an û wir ve ji hewayî û bejahiyê êrîşa giran tîne ser Kurdistana Federe, Garê heye. Ji CPT’yê Kamaran Osman got,’’Tirkiyê di vê pêvajoyê de 64 baregehên leşkerî danîn, torên berfireh ên leşkerî çêkir, li herêmên dagirkirî qira daristanan anî û nifûsa xwecih a Kurd bê cih û war kir. Ji 94 gundan 55 jê bi sedema bombebaranê hatin valakirin. Gef li 190 malbatî jî tê xwarin ku koç bikin.’’ 
Hebûna dewleta Tirk a li Herêma Kurdistana Federa dibe sedema mirina sivîlan, hilweşîna jîgehan, koçberiya bi zorê, ziyana li ser sirûşt û ajalan. Dewleta Tirk ku ji sala 2017’an û wir ve êrîşên leşkerî tîne, ragihand ku ew ê tevgereke giran a dagirkeriyê bîne ser Garê. Endamê CPT’yê (Saziya Ekîbên Avakarên Aştiyê-Community Peacemaker Teams) Kamaran Osman got,’’Heke operasyon were ser Çiyayê Garê, em fikara wê dikin ku 190 malbat bi rengekî mayinde ji gundên xwe bibin.’’

64 baregehên leşkerî danîn
Endamê CPT’yê bi bîr dixe ku sala 2006’an ji bo ku li herêma Kurdistana Federe çavdêrî li tevger û operasyonên Tirkiyê û Îranê bikin saziya xwe ava kirine û dibêje,’’Tirkiye salane operasyonên leşkerî tîne an jî ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên berê temam bike operasyonan tîne. Ji meha 12’an a a 2017’an û pê de operasyonên xwe yên leşkerî bi êrîşên bejahî û hewayî domand. Di vê pêvajoyê de Tirkiyê 86 ji 100’î yê sînorê herêma Kurdistanê dagir kir.’’

Li 39 gundan talokeya koçkirinê
Osman destnîşan kir hedefa îsal a Tirkiyê Garê ye û ev agahî dan: ‘’Garê 2 hezar û 251 metroyî rajorî deryayê ye û 38,9 km berfireh e û li navenda çar navçeyan e. Dagirkirina vê derê tê maneya ku têkiliya di navbeyna Mêrgasor, Akrê û Zaxo de qut bibe. Li quntar û raserên çiyê 94 gund hene. Ji ber bombebarên Tirkiyê ji 1996’an û wir ve ji van gundan 55 jê bi temamî hatine valakirin. Tenê 39 jîgeh mane, li ser van deran jî talokeya koçkirinê heye.’’

Taloke li ser 190 malbatî heye
CPT bi fikareke mezin e ku dema Tirkiyê operasyonê bîne ser Garê 190 malbat bi temamî ji gundên xwe bibin. Osman got,’’Ev herêm ji alî aborî ve têra xwe girîng e. Ji ber operasyonan ji alî mirovî û aborî ve jî ziyaneke mezin çêdibe.’’

Tenê CPT dişopîne
Li ser pirsa bê ka ti sazî û dezgehên din hene ku êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Kurdistana Federe dişopînin yan na, Kamaran Osman got,’’Halê hazir ti saziyeke dî nîne ku çavdêriyê li êrîşên ser Kurdistanê dike û hewl dide ku bi raya giştî ragihîne. Hin siyasetmedar û rojnamevan hene ku bi takekesî êrîşan û encaman dişopînin. Lê ji alî sazûmanî ve tenê CPT heye ku van operasyonan dişopîne û çavdêriyan lê dike.’’

Di nav 4 mehan de Tirkiyê 358,
Îranê 15 caran êrîş anî
Li gorî rapora ku CPT’yê weşandî di navbeyna 1’ê Çile-1’ê Nîsana 2024’an de dewleta Tirk 358 aran, Îranê 15 caran êrîş aniye û di van êrîşan de 14 jê sivîl, 22 kesan jiyana xwe ji dest daye, 6 kes jî birîndar bûne. Têkilî cihêtiya êrîşên van du dewletan Osman wiha dibêje: ‘’Dewleta Tirk bêhtir bi balafirên şer, dron, top û bombeyan êrîşan tîne. Îran jî bêhtir bi topan, bombekirinên ser sînor û bi balafirên hewayî yên întîxarê êrîşan tîne. Îran operasyonên bejahî nayîne, bêhtir bi operasyonên hewayî êrîşan tîne. Tirkiye, li gel operasyonên bejahî, ji hewayî jî êrîşan tîne. Tirkiye Kanûna 2017’an gelek operasyonên leşkerî anîn. Di encamê de 64 baregehên leşkerî danîn, rêyên leşkerî yên berfireh çêkirin, li herêmên dagirkirî qira daristanan anîn û nifûsa Kurd a xwecih bêcih û war kir.’’

Nayê zanîn çend leşker hene
Li ser pirsa bê ka di dest wan de dane hene bê ka çend leşkerên Tirk li Kurdistana Federe hene, Osman got,’’Li ser vê mijarê di dest me de agahî nînin. Hin rojnamevan û sazî bi texmînî hijmaran dibêjin lê di dest saziya me de dane nînin.  Lê baregeha herî mezin a Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê baregeha Girê Barûxê ye. Ev der sala 1997’an hate avakirin û bi ser navçeya Kanî Masî ve ye.’’

Li Garê talokeya komkujiyê
Osman her wiha bang li hikûmeta Iraq û Kurdistana Federa kir, diyar kir operasyona Garê hem li dijî hiqûqa navnetewî ye û hem jî wê derbeke giran li gelê herêmê bide. Di Destûra Bingehîn de heye ku hikûmeta Federal a Iraqê ji parastina serweriya Iraqê berpirs e û her wiha Herêma Kurdistanê jî divê di vê mijarê de alîkar be. Divê ev were bicihanîn. Li Garê wê komkujiyeke mezin bikin. Bi vê operasyonê re taloke çêdibe ku 190 malbatên ku li wir dijîn bêcih bibin.’’

Gel û Iraqê wê ziyanê bibînin
Osman binê wê xêz kir ku êrîşa dewleta Tirk wê ziyaneke mezin bide gel û got,’’Ziyaneke mezin a aborî jî wê li herêmê çêbibe. Wê tesîreke neçê li ser sirûşt û çanda herêmê jî bibe, ji ber ku, leşkerên Tirk wê li hin cihê ku ketiye bimîne. Ev jî rê li asîmîlasyonê vedike. Em bang li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dikin, ev operasyon weke ku tê gotin, wê ne tenê ziyanê bide PKK’ê, ziyanê bide ser gelê herêmê û Iraqê jî.’’

Bi çekan sivîlan dikujin
Kamaran Osman herî dawî bang li saziyên navnetewî jî kir û got,’’Operasyonên leşkerî yên Tirk dijî hiqûqa navnetewî ye. Di vê mijarê de divê bibînin hiqûqa ku ew pêşbîniya wê dikin tê binpêkirin û ji vî alî ve tevbigerin. Di êrîşên van demên dawî de sivîl hatin kuştin. Welatên ku bi Tirkiyê re peymana çekdan datînin  û çekan difiroşinê divê vê bibînin, van peymanan betal bikin û bes çeka bifiroşinê. Ji ber ku, bi van çekan sivîlan dikin hedef û wan dikujin.’’

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.