Li Balekayetî xebata komûnal

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:45

Ji destpêka meha Adarê ve cotkarên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li Balekayetî dest bi çandina pîvazan kirine. Li gundê Sureban a ser bi devera Balekayetî xelk bi awayek zibare dest bi çandina pîvazan kirine. Li gor gotina xelkê gundê Sureban, salane xelkê gund 30 ton pîvaz hildiberînin û dixin bazarê. Pîvazên gundê Sureban jî li nav bazarê de navûdengê wan heye. Ehmed Selîm cotkarekî xelkê gundê Surebane got:“Pîvazên em diçînin cûrên wan li gel xak, av û hewaya deverê guncav in. Ev pîvazên em diçînin jî tovê wê yê me bi xwe ye em ji ti cihek din nayînin.” Serwan Kerîm jî got:“Xwestekek zêde ya xelkê û bazarê li ser pîvazên ku em diçînin heye. Vê yekê jî hişt ku pîvazên gundê Sureban li bazarê de navdar bin. Debara piraniya xelkê gund li ser pîvaza ye. Ger hikûmet alîkariya cotkaran bike, em ê bikarin têra bazarên Herêma Kurdistanê pîvazan berhem bînin.” Li gor daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Çoman, li Balekayetî zêdetirî 36 hezar û 915 donim zeviyên ji bo çandiniyê hene. Salane 396 hezar û 393 ton berhemên cûda yên çandiniyê dixe bazarê.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.