Li Atînayê pirtûkên Ocalan

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:14

Pirtûkên Rêber Ocalan ji bo 75’emîn rojbûna wî li stanta ku li navendên geştyarî yên Atînayê 2 roj li pey hev hat vekirin li gelê Yewnanistanê hatin belavkirin.

Ji aliyê Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê ve li qadên geştiyariyê yên paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo du rojan stand hat vekirin.

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji bo 75’emîn rojbûna Ocalan, roja Şemiyê li stantên ku li Qada Syntagma û roja Yekşemê li Qada Akademiya hatin vekirin, li gelê Yewnanistanê hatin belavkirin. Di standê de ku belavok hatin belavkirin, tecrîda li Îmraliyê, pêrgala êşkence û qirkirinê ya dewleta Tirk hate tehşîrkirin.

Endamên Navenda Çandê ya ku beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin: “Em ê fikrên Rêber Apo bigihînin gel û polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk tehşîr bikin.”

ANF/ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.