Li Amedê kargehên sînemayê tên lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:17

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn kargehên sînemayê dide destpêkirin. Komeleyê di 25’ê vê mehê de ragihand ku miracaetên ji bo kargehan dest pê kirine û miracaet wê heta 25’ê Kanûnê dewam bikin.

Piştî ku miracaet temam bûn, kargeh jî wê di 6’ê Çileyê 2024’an de dest pê bikin. Komeleya sînemayê bi van kargehan hewl dide di beşên sereke yên sînemayê de kesan bigihîne û zimanê kargehan jî bi Kurdî ye.

Komeleya Sînemayê da zanîn ku ew ê hem di warê pratîk û hem jî di warê teoriyê de perwerdeyê bidin û ew ê gelek derhênerên filman jî beşdarî kargehan bibin. Her wiha hin dersên kargehan jî ew ê online bidin. 

Kargehên Sînemayê ji van beşan pêk tên: Senaryo, Pevxistin, Sînematografî, Şirovekirina Filman, Diroka Sînemayê û Estetîk.

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku Festîvala FilmAmed a Balgefilman bi rê ve dibe wekî din kurtefilm, belgefilm û filmên metrajedirêj jî çêdike. Ji xeynî karên prodûksiyonê di warê sînemayê de hin pirtûk jî çap kirine akademiyê. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.