Li 11 herêman qedexe

Çarşem 26 Sibat 2025 - 00:11

Walîtiya Şirnexê careke din 11 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têketina 11 herêmên li navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan hatine qedexekirin. Qedexe wê di navbera 26’ê Sibatê û 15’ê Adarê de be. Herêmên hatine qedexekirin ev in: Besta, Gabar, Cûdî, Kelamemê, Textereş, çiyayên Kurt, Donmezler, Kovankaya, Încebeldaglari, Altindaglari û Oymakaya.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.