Lavrov behsa demokrasî û edaletê kir

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:50

  • Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di dema serdana xwe ya Çînê de got, piştî “vê pêvajoyê ‘pergaleke adilane û demokratîk a dinyayê’ wê pêk bê.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di dema serdana xwe ya Çînê de got, piştî “vê pêvajoyê ‘pergaleke adilane û demokratîk a dinyayê’ wê pêk bê.”

Ji dema destpêkirina şerê Ukraynayê û vir ve Lavrov cara pêşî ye ku çû Çînê.

Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re rûnişt û got “Di dîroka têkiliyên navneteweyî de, em di qonaxeke cîddî de ne.”

Lavrov got “Di dawiya vê qonaxê de ez bawer dikim, rewşa navneteweyî wê zelaltir bibe, tevî we û piştevanên me, em ê ber bi pergaleke dinyayê ya pirralî, adilane û demokratîk ve biçin.”

Çînê li ser şerê Ukraynayê yê di 24’ê Sibatê de dest pê kir, heta niha ti peyama şermezariyê neweşandiye.

Wang Yî serê Adarê diyar kiribû ku têkiliyê wan ên bi Rûsyayê re wekî ‘tehtan’ zexm in û ji bo fikarên ewlekariyê yên Rûsyayê jî gotibû ‘maqûl’ in.

Diyar dibe ku rojeva sereke ya serdana Lavrov ne Ukrayna, lê Efxanistan bûye. Tê payîn ku Lavrov bi dîplomatekî Emerîkî re jî rûnê.

Ev civîn li bajarê Tûnxî tê organîzekirin. Di vê civînê de heft cîranên Efxanistanê tevî Rûsya û Çînê li hev rûdinin. Pakistan, Îran, Tacikistan, Turkmenistan û Ozbekistan jî tevlî civînê bûne. Tê payîn ku Wezîrê Karê Derve yê desthilatdariya Talîbanê, Emîr Han Mutteqî jî tevlî civînê bibe. 

Li gorî daxuyaniya Pekînê, di civînê de ‘mekanîzmaya îstîşareyê’ wê were nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku dîplomatên Çîn, Rûsya, Pakistan û

DYE´yê tevlî vê civînê dibin.  

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.