Kuştin serbest e dilê kujer nehêlin

Duşem 1 Tebax 2022 - 22:18

  • Kujerên Kurdan mirovên dilzîz in. Gava ku mirovan weke dewlet rêxistinkirî dikujin, êşkenceyê li wan dikin, dilê wan zîz nabe. Lê gava mirov doza edaletê dike, ew daxwaza edaletê qede dibînin û dilê wan dimîne. 

Serokê Meclisa Tirk Mûstafa Şentop pêşnûmapirsa têkildarî doza Mûsa Anter ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi hinceta “Qebe û şikîner e” paşve şand.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, derheqê doza Mûsa Anter (Apê Mûsa) de yê ku di 20’ê Îlona 1992’yan de hatibû qetilkirin û li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 6´an bi rê ve diçe, pêşnûmapirsek pêşkeşî Meclisa Tirk kir. Pêşnûmapirsa Dundar, paşve hat şandin. 

Pêşnûmapirs bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop hat vegerandin û di sedema vegerandinê de jî xalên 67 û 96 ên Rêziknameya Hundirîn a Meclisê hatin nîşandan. Di firqeya xala 67’an de vesazkirina “qebe û dil dihêle” û di xala 96’an de jî “nêrîna şexsî” heye. Seorkê meclîsa Tirk got, piştî guhertinên di pêşnûmapirsê de ew ê were nirxandin û pêşnûmapirs û hinceta îadekirinê ji meqama Dundar re hatin şandin. 

Ev gotinên li jêr weke “qebe” hatin nirxandin: “Doza Mûsa Anter di sala 2014’an de bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re ya ku ji ber bi darê zorê windakirin û înfazkirina kuştinan ên derhiqûqî yên di salên 90’î yên li bajarên Kurdan hatine kirin, hatibû vekirin, kirine yek dosyayê. Lê belê wisa nehatiye nirxandin ku binpêkirinên mafan ên giran, berpirsyar û mekanîzmaya rê li ber vê vekirî, derxîne holê.” Meclîsa Tirk îdîa kir ku ev îfadeye “qebe ye û dil dihêle.” Dilê dewletê maye, dilê kujer maye, di hinceta serokê meclîsa dewleta Tirk de ne diyar e. 

Nihêrîna şexsî!

Di pirsa 5’an a pêşnûmapirsê de jî hatiye gotin: “Di serî de cînayeta Mûsa Anter, çima derheqê cînayetên di salên 90’î de li bajarên Kurdan hatine kirin, lêpirsîneke bibandor nayê destpêkirin?” Ev pirs jî weke “nihêrîna şexsî” hate nirxandin. 
 
Dozê wê bi demê tine bikin

Zanyarê kurd Mûsa Anter 20’ê îlona sala 1992’yan li Amedê hate qetilkirin. Li gel ku di ser doza wî re gelek sal derbas bûn jî heta niha biryar nehatiye dayîn. Bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk a ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ve hatiye qetilkirin, ev doz kirin yek. Heke gotin di cih de be, li bendê bûn ku doz bikeve ber kevinbûnê. Di rûniştina dozê ya 20’ê Hezîranê de parêzeran bal bire ser ji ber kevinbûnê betalbûna dozê û xwestin ku dosya were cudakirin. Lê belê şandeyê daxwazên parêzeran red kir. Rûniştina dozê wê 15’ê Îlonê yanî beriya ku bikeve ber kevinbûnê bi 5 rojan biqede.  

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.