Kujer leşkerên Tirk in
Pêncşem 23 Çile 2025 - 03:20
QSD’ê li herêma bendava Tişrînê balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker anîn xwarê û dîmenên ku kişandibûn bi dest xistin. Di dîmenan tê dîtin ku li baregeheke artêşa Tirk a dagirker hin leşker balafireke bêmirov dixebitînin da ku tev li êrişên li ser bendava Tişrînê bibe. Her wiha tê dîtin ku baregeha leşkerî ya artêşa Tirk tijî leşker, wesayitên zirxî, wesayîtên veguhastina leşkeran e, her wiha kampên perwerdeyê û noqteyên firandina balafirên bêmirov jî xuya dibin. Di dîmenan de eşkere dibe ku balafirên bêmirov ên ku xelkê sivîl li bendava Tişrînê bombebaran kirin, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne xebitandin û birêvebirin. Heta niha di êrişên balefirên bêmirov ên Bayraktar-Akinci û dronên biçek ên li ser nobedarên li bendava Tişrînê de 20 sivîl şehîd bûne û 120 jî birîndar bûne.
24 çete li derveyî şer man
Li aliyekî din Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şerê ku li deverên başûrê bajarê Minbicê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker qewimî de daxuyanî da û wiha got:"Di bersivdayîna êrişa çeteyên dewleta Tirk a li ser girê Syriatel`ê li başûrê bajarê Minbicê de, 6 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn, li heman deverê westyiteke leşkerî hate rûxandin. Li gundê Tilerşê yê li başûrê bajarê Minbicê jî 4 çete birîndar bûn û çepereke wan hate rûxandin. Li enya Dêrhafirê hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Roja sêşemê dema ku komeke çeteyan amadekariya êrişê dikirin bûn armanca Yekîniyên Şehîd Harûn, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, yên mayî jî ji deverê reviyan.
Du çeteyan hewl dan bi motosikê derbasî çeperên hêzên me yên li wê herêmê bibin, hêzên me bersiv dan, di encamê de çeteyek birîndar bû yê din jî motosiklet li şûna xwe hişt û reviya. Li gundê Îmam jî hêzên me bi çekên giran li komeke çeteyan xistin. Derbarê encamê de agahiyên zelal tune ne.
Li hember êrişên hovane yên dagirkeriya Tirkiryê û çeteyên wê li ser welatiyên sivîl, pêr sibehê şervanên YPJ’ê çalakiyeke lidar xistin. Di çalakiyê de baregehên dagirkeriya Tirk li gundên Etîq El Hewa û Hemdûş yên gundewarên Til Temirê bûn hedef. Derbarê hijmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bidest neketin. Di encama çalakiyên hêzên me yê pêr de herî kêm 8 çete hatin kuştin 16 jî birîndar bûn, wesayiteke leşkerî ya çeteyan jî hate rûxandin."
ANHA