Hejmara pêncemîn a kovara Hunerê derket. Kovara ku 92 rûpel e ji sê mijarên sereke pêk tê. Ya ewil "Têkiliya desthilatdarî û çandê", ya duyemîn "Bavê Teyar û piştî şoreşê li Rojavayê pêşketinên şanoyê" û ya sêyemîn "Çanda Colemêrgê" ye.
Rêber Apo di vê hejmarê de behsa dîrok û şaristaniyên çînî dike û bandora wan a li ser çandê vedikole. Li ser vê mijarê gotarên Arjîn Amara, Şiyar Amed û Rênas Dersim jî cih digirin.
Di beşa "Çanda Colemêrgê" de hevpeyvîna bi du rûspiyên bajêr Enwer Ozkahraman û Îhsan Colemêrgî re balê dikişîne. Kovar serpehatiya wan parve dike û danasîna xalîçeyên bajêr û pirtûkên Îhsan Colemêrgî kiriye.
Ji meha Kanûnê û vir ve hunermend jî weke hemû gelên Kurdistanê bi berxwedana Tişrînê re dijîn. Stranbêj xwedî li berxwedana Tişrînê û şehîdên bendavê derketin û 20 stranên nû çêkirin. Hunerê, gotin û çîrokên heft ji van stranan di kovarê de weşandiye.
Pêşniyara muzexaneya Bavê Teyar
Di vê hejmara Hunerê de beşeke balkêş jî li ser xebatên Bavê Teyar û şanoyê Rojavayê Kurdistanê ye. Dîrok Diyar û Yaqob Tilermenî di gotarên xwe de pêşniyara avakirina "Muzexaneya Bavê Teyar" dikin.
Di hevpeyvîna bi Ruhaya Efrînê re jî derbarê xebatên şanoyê yên piştî şoreşê de agahiyên berfireh hene. Ruha Efrîn diyar dike ku du konservatuar û dibistanên havînê hatine vekirin, her sal sê festîvalên şanoyê yên hefteyî tên lidarxistin û niha 50 komên şanoyê xebatên xwe didomînin.
Her wiha di vê hejmarê de yek nivîsa şehîdê şanoyê Yekta Herekol jî hatiye parve kirin.
Hin gotarên din ên di kovarê de ev in:
Aram Tîgran: Stranên Şehîdan
Serpehatiya Strana Sînemê
Gundekî Hunermendan: Qaşan
Stranên Newrozê
Zozana Feraşîn
Ziman, Çand û Erdnîgarî
Kovara Huner wê were Newroza Frankfurtê û beşdarî standa çand û hunerê bibe.
ANF