Konsey li dadgehê lal bû

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:27

  • Konseya Ewrûpayê li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê li ser pirsên dadger lal bû û tenê got, ew biryarê didin û ew ê di warê nimûneyan de baldartir bin. Yanî konsey dizane ku ti delîl û hincetên bi rastî ji bo biryara wê nînin. 

Li dijî bicihkirina PKK'ê di 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Konseya Ewrûpayê de, rûniştina dozeke din li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya li Luksembûrgê pêk hat.

Li Dîwana Edaletê têkildarî PKK'ê sê doz bi rê ve diçin. Dîwanê lîsteyên di navbera salên 2014 û 2017'an de betal kiribûn, Konseya Ewrûpayê li ber biryarê rabûbû. Li dijî lîsteyên navbera salên 2018 û 2020'î jî PKK'ê doz dabû destpêkirin, dadgehê herdu doz kiribûn yek.

Rûniştina destpêkê jî 31'ê Adarê pêk hatibû.

Bi heman hincetan PKK di lîsteyê de careke din hate bicihkirin, lewma lîste şeş mehan carekê tê nûkirin. Rûniştina doza li hemberî vê yekê, çarşemê bi rê ve çû. Li ser navê PKK'ê parêzera Hollandî Tamara Bûrûma, bi sedan bombardûmanên dewleta Tirk bi bîr xistin û diyar kir ku PKK êrişî sivîlan nekiriye û bi pîvan bersiva leşkeran daye. Bûrûma nerazîbûn nîşanî Konseya Ewrûpayê da ku van çalakiyan weke 'çalakiyên terorîstî' nîşan dide.

Parêzer Bûrûma diyar kir ku pirraniya argumanên Konseya Ewrûpayê xwe dispêrin yên beriya pênc salan û ji bo lîsteya nû ne lê ne.

Bûrûma sûcdariya ku dibêje, PKK li nava Yekîtiya Ewrûpayê 'çalakiyên terorîstî' kiriye red kir. Bûrûma destnîşan kir ku PKK bi rêyên qanûnî tevdigere.

Lîste zilme li Kurdan

Bûrûma bicihkirina PKK'ê di lîsteyê de weke amûreke zordariyê li ser penaberên siyasî yên Kurd bi nav kir ku bandoreke giran a xirab li ferdan dike û her wiha got, "Bicihkirina PKK'ê di lîsteyê de di heman demê de bêcezahiştina dewleta Tirk e."

Bûrûma nerazîbûn nîşanî Konseya Ewrûpayê da ji ber ku wê qet qala encamên vê biryarê nekiriye.

Ti delîlên konseyê nînin

Konseya Ewrûpayê jî di parastina xwe de hin çalakiyên PKK'ê yên berê dubare kirin. Temamiya mînakên hatin dayin jî çalakiyên li dijî hedefên leşkerî ne. Konseyê çalakiyeke PKK'ê ya bi drone ya li hemberî hedefeke leşkerî weke delîl nîşan da. Dadgerekî li ser vê yekê ji nûnerên Konseyê pirsî gelo ev ji bo bicihkirina di lîsteyê de bes e yan na. Nûner got, ew biryarê didin û îdîa kir ku di siberojê de ew ê li ser nimûneyan baldartir bin. Esas wiha jî Konseyê nîşan da ku ti delîl û hincetên bi rastî nînin ji bo biryara wê ya bicihkirina PKK´ê di lîsteya rêxistinên terorîst de.

Piştî parastinan, heyeta dadgehê pirs li aliyan kirin. Ji heyeta dadgehê serokê Fransî S. Gervasonî pirsî ka Konseya Ewrûpayê bi hinceta PKK'ê, çima rêxistiniyên din ên mîna KADEK û Kongra-Gel dike hedef.

Parêzer Tamara Bûrûma jî ragihand ku KADEK êdî nîne, Kongra-Gel jî nabe ku weke PKK bê nirxandin. Bûrûma got, Kongra-Gel tevgereke civakî ye, nabe ku weke PKK´ê bê nirxandin. 

Ingilîstan çû ruhê wê ma

Parêzeran di parastina xwe de diyar kir ku PKK bi helwêsta Ingilistanê ya sala 2001'ê li lîsteyê hate bicihkirin, lê îro Îngilistan endamê Yekîtiya Ewropayê nîne û gotin, divê ev rewş êdî bi kûrahî bê nirxandin.

Parêzera PKK´ê Bûrûma herî dawî got, derxistina rêxistinekê ji lîsteyê dibe ku ji bicihkirinê zehmettir be û got, tevî ku dadgeha Belçîkayê di demeke nêz de biryar da ku PKK rêxistineke terorê nîne jî, hîn jî biryarên gelekî kevn esas têne girtin.

Heyeta dadgehê piştre rûniştin bi dawî kir. Nayê zanîn ka biryar wê kengî bê dayin.

ANF/LUKSEMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.