Divê komîte pêwîstiyan pêk bîne

Duşem 16 Îlon 2024 - 03:05

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18'ê Adara 2014'an de biryar da ku bêyî mafê berdana şertî ya Rêber Abdullah Ocalan hebe, birrîna cezayê muebeda giran (mafê hêviyê) li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dadgehê ji Tirkiyê xwest ku sererastkirineke qanûnî bike. Lê Tirkiye 10 sal in der barê vê biryarê de tiştek nekiriye. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, li ser girîngiya civîna lijneya wezîran û gavên ku divê Tirkiye di vî warî de bavêje axivî û got:"Gaveke erênî ye, lê derengmayî ye. Rayedar û berpirsiyarê pêkanîna vê biryarê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Ne tenê Tirkiye, hemû welatên endamên YE'yê peymanê îmze dikin û soz didin ku wê organ û karbidestiyên YE'yê nas bikin û pabendî biryarên wê bin. Tirkiye jî peyman îmze kir û karbidestiya DEMME'yê qebûl kir. Di vî warî de divê daxwazên ji bo biryarên binpêkirinê yên ji aliyê DMME’yê ve hatine dayîn bi cih bîne. Di çarçoveya mafê hêviyê de hûn nikarin heta hetayê mirovekî di nava çar dîwaran de bihêlin. Eger hûn cezayên wiha bidin, ev tê wateya êşkenceyê.' Ji ber vê yekê muwekîlê me birêz Ocalan û kesên din ên cezayê muebbedê yên giran li wan hatiye birrîn jî li gorî biryara DMME’yê ji sala 2014’an û vir ve her roj û saet rû bi rûyê êşkenceyê dibin. Lê Komîteya Wezîran ji wê demê ve divêtiyên biryarê pêk neaniye." 

Îstîsna tine ye

Bîlmez da zanîn ku wekî parêzer ji sala 2014’an û vir ve di çarçoveya “mafê hêviyê” de 6 caran serî li Komîteya Wezîran dane û got:“Li gorî firqeya duyemîn a xala 9’emîn a Peymanê, saziyên sivîl jî dikarin serî li Komîteya Wezîran bidin û ku biryarên DMME'yê çima pêk nayên. Di vê Tîrmehê de jî wekî sala 2021’ê saziyên sivîl li ser vê mijarê careke din serlêdan kirin û komîte wê di vê rûniştinê de vê mijarê bixe rojeva xwe. Ji bo çi Tirkiye ev biryar bi cih neaniye û ji bo cîbicîkirina wê divê çi bê kirin dê bê gengeşekirin. Ew ê ji Tirkiyeyê pirsên nivîskî yên wekî 'we çima sererastkirineke nekir an jî ger we kiribe we çi sererastkirin kirine?' bên kirin. Tirkiyeyê di plana xwe ya berê ya çalakiyê de gotibû 'Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Piştre jî di bersiva xwe ya ji bo Desteya Wezîran de got, 'Êdî pirsgirêkeke me ya wiha nîne, cezayê giran ê heta hetayê bi awayekî îstîsnayî tê sepandin.' Lê DMME'yê ji Tirkiyeyê re got, 'Ji bo vê yekê îstîsna nîne . Bi gotina, 'Tu nikarî vî cezayî bidî kesekî, çi sûcî bike jî.' Divê Komîteya Wezîran jî vê yekê bibîne."

Ew ê berdêl giran be

Bilmez anî ziman ku ger Tirkiye helwesta xwe ya heyî bidomîne wê ev rewş derbeyeke giran li Tirkiye û gelê wê bide û got: "Tirkiye ji serdema Împaratoriya Osmanî vir ve rûyê xwe ber bi Rojavayê ve girê daye. Hiqûqa Ewropayê, DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ango mekanîzmayên mafên mirovan qebûl kiriye. Ji ber vê yekê hewce ye ku divêtiyên vê yekê bi cih bîne. Eger van neke, wê di vê pêvajoyê de Tirkiye ji pergalê bê dûrxistin. Yanî Tirkiye xwe parçeyek ji Ewropayê dibîne, lê şert û mercên hiqûqa Ewropayê pêk nayîne. Ew dikare heta kengî vê yekê bidomîne? Heger berdewam bike jî, dibe sedem ku piştî demekê ji wê pergalê qut bibe. Ev jî wê xwedî lêçûneke aborî be û Tirkiye bibe welatê cîhana 3'yemîn. Di rêza mafên mirovan de jî wê bikeve nava komên jêrîn û ev hemû jî wê bandorê li gelên Tirkiyeyê bike."

MA/ÎBRAHÎM IRMAK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.