Komîteya Wezîran wê çi biryarê bide?

Şemî 14 Îlon 2024 - 02:40

Parêzer Ercan cezayê miebetê yê heta mirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan weke ‘’korîdora mirinê’’ û ev qanûn weke ‘’qanûna hovene’’ pênase kirî û ku Komîteya Wezîrana Konseya Ewropayê wê bi rojeva ‘’mafê hêviyê’’ ya derheqê Ocalan bicive got,’’Ya girîng ew e ku wê çi biryarê bide. Gavavêtina li gorî biryara DMME’yê dê bandoreke bi başî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike.” 

Têkilî biryara ‘’binpêkirina mafê hêviyê’’ ku DMME’yê derheqê Tirkiyê dabû, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di navbeyna 17-19’ê Îlonê bi bicive. Weke ku tê zanîn DMME’yê cezayê miebeta girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan weke ‘’binpêkirin’’ê pênase kiribû û ji Tirkiyê xwestibû qanûnên xwe bi rengekî ku mafê hêviyê nas bike biguherîne lê bele Tirkiyê heta niha jî ti gavek ji vî alî ve neavêtiye û bi ser de tecrîda li ser Rêber Ocalan hê girantir kiriye.

DMME’yê cezayê miebeta giran a heta mirinê weke binpêkirina xala qedexeya êşkenceyê ya PMME’yê pênase kiribû. 

 Korîdora mirinê

Parêzer Ercan Kanar ê ku cezayê hefsê yê heta mirinê weke “korîdora mirinê” pênase dike, destnîşan dike ku divê Tirkiye vî cezayî ji nav qanûnan derxîne û dibêje,’’Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Îtalyayê dibêjin; ‘Cezayê heta mirinê nabe, piştî demekê divê ev ceza li ber çavan bên derbaskirin.’ Heke di tevahiya van biryaran de tê gotin ku heke pêşiya berdana bişert girtî be, wê demê dibe îşkenceyeke dermirovî. Ev biryar, pir girîng in.”  

 Ji bo Ocalan qanûn derxistin

Kanar bi bîr xist ku cezayê darvekirinê piştî ku Rêber Ocalan bi komployeke navnetewî sala 1999’an anîn Tirkiyê, sala 2002’an di qanûnan de guhartin hatin kirin û cezayê darvekirinê qulibandina ser miebeta girankirî ku mafê hêviyê di xwe de venahewîne û got,’’Lewma jî ji bo Abdullah Ocalan qanûneke taybet derxistin û divê ev ji mewzûatê were derxistin. Hem li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ye, hem li dijî xala 5’emîn a danezana mafên mirovan e, hem jî li dijî fikraya 3’yemîn a xala 10’emîn a Peymana Mafên Siyasî ya NY’ê ye.”

Qanûneke hovane ye

Kanar, cezayê heta mirinê weke “qanûneke hovane” pênase kir û wiha got: “Abdullah Ocalan, Rêberê gelê Kurd e lewma cihê wî taybet e. Divê ji bo cîbicîkirina dostanî û aştiya gelan qanûneke taybet were derxistin û Abdullah Ocalan were berdan. Piştre jî divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Abdullah Ocalan nêzî 42 mehan e nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Li gorî rapora CPT’yê tecrîd, rewşa windakirinê ye, rewşa agahînegirtinê ye. Ev yek li dijî Qeydên Mandela ye.’’ 

Divê baro, siyaset li dijî derkevin

Parêzer Kanar bi domdarî bal kişand ser agahiyên Tirkiyeyê bi Komîteyê re parve kirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmetê agahiyên xelet parve dikir û tecrîdê înkar dike. Parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin lê Tirkiye dibêje ‘binpêkirin tune ye.’ Jixwe li Ewropayê cezayê heta mirinê tune ye. Li Îmraliyê sepaneke tecrîdê yê mînaka wê li cîhanê pir kêm tê dîtin heye. Divê ne tenê rêxistinên civaka sivîl, hemû baro, muxalefet û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî li dijî van sepanên tecrîdê derkevin û qebûl nekin.” 

Dibe ku mafê dengdanê betal bike 

Kanar, bi lêv kir ku heke Tirkiye biryarên DMME’yê bicih neyîne, dikare bi van mueyîdeyan re rû bi rû bimîne: “Konseya Ewropayê di vê mijarê de dikare du mueyîdeyan ferz bike. Ya yekemîn; dikare mafê dengdayîn û axaftinê yê Tirkiyeyê bide sekinandin, ya duyemîn jî dikare ji endamtiyê derxîne. ‘’

Kanar, destnîşan kir ku Komîte ji ber konjokturê tiştên Tirkiye dike çavên xwe lê digire û axaftina xwe wiha qedand: “Her çend dereng jî be, Konseya Ewropayê ev mijar girt rojeva xwe û ev tiştekî baş e. Lê ji girtina rojeva xwe zêdetir, biryara ku wê bide girîng e. Heke li gorî biryara DMME’yê biryarê bide, ev yek wê bandoreke bi başî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike. ‘’

MA/ESRA SOLÎN DAL/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.