Divê Ocalan bê berdan

Çarşem 22 Çile 2025 - 03:25

  • Akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo azadiya Rêber Apo bang li Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel kirin.

Akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo azadiya Rêber Apo nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nivîsandin. Name ji Serokê Komîteyê Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel re hate şandin û hate xwestin, Rêber Apo karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne û dawiya dawî jî bê berdan. Di nameyê de hate ragihandin ku Rêber Apo li gel şert û mercên girtinê yên 26 salan jî destnîşan kir ku ew ji pêvajoyeke aştiyane re amade ye û hate gotin, ev pêvajo ji bo bidawîkirina şerê li Tirkiyeyê û mayindekirina aştiyê li Rojhilata Navîn krîtîk e.

Ji bo çareseriyê azadiya wî divê

Nûnerên sendîkayan, siyasetmedar, saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen, rojnamevan, aktîvîstên mafên mirovan û hunermendên mohra xwe danîn binê nameyê gotin, heta ku Rêber Apo azad nebe çareserî û aştî pêk nayê.

Di nameyê de bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin ku gavên qanûnî, dîplomatîk û siyasî biavêje. Kesên mohra xwe danîn binê nameyê xwestin, Rêber Apo bi rêk û pêk karibe malbat û parêzerên xwe bibîne, dawiya dawî jî bê berdan ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê krîtîk e. Kesayetên mohra xwe danîn binê nameyê ji komîteyê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

Divê Mafê Hêviyê pêk bê

Li aliyekî din ji welatê Baskê û Katalonyayê gelek senator û parlamenteran ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Canditat d'Unitat Popular - Defensem la Terra (Yekîtiya Gel - Em xaka xwe biparêzin) li Katalonyayê yek ji tevgerên herî çalak ên siyasî ye û li parlamentê koma xwe heye, EHBildu (Yekîtiya ji bo welatê Baskê) ku li welatê Baskê yek ji tevgerên herî bi bandor ên siyasî ye, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kirin ku divê Konseya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê. Name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel û endamên komîteyê re hate nivîsandin û hate bibîrxistin ku di ser revandina Rêber Apo re 26 sal derbas bûn û ji hingî ve li girtîgeha girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê girtin. Her wiha hate ragihandin ku serdana xizm û parêzerên wî li gorî kêfa siyasî ya hikumetên Tirk têne plankirin û biryara DMME ya li ser binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate bibîrxistin, ku 'Mafê Hêviyê' ji holê rakiriye. Bi dewamî hate gotin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê dike ku li gorî pîvanên PMME'yê gavên lezgîn biavêje. 

Danûstandin bi mirovê azad re dibe

Di dewama nameyê de kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate bibîrxist ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li qada navneteweyî tê meşandin û hate destnîşankirin ku girîngiya siyasî ya Rêber Apo ya di şerê Tirk-Kurd de nikare ji nedîtî ve bê. Di nameyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê re şerê Tirk-Kurd derbasî derveyî sînorên Tirkiyeyê kiriye û çareseriya vî şerî wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Serdana Heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê weke bûyereke erênî hate pênasekirin, lê hate gotin, bêhiqûqiya li ser Rêber Apo dewam dike û hate gotin:"Rewşa heyî nîşan dide dide ku lîderiya Tirk û hikumeta wê çiqasî kêm ji aştiyê bawer dikin û gotina 'danûstandin tenê bi mirovekî azad dikare bê kirin' a Nelson Mandela rast e. Li gorî rewş û bûyera dawî dem hatiye ku Komîteya Wezîran ji bo çareseriya mayinde ya vê meseleyê helwesteke çalak nîşan bide. Birêz Ocalan li gel şert û mercên ne wekhev jî nîşan da ku ew alîgirê çareseriyeke aştiyane ye. Divê destûr ji hevdîtina lîderê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran û malbatê re bê dayin û dawiya dawî jî ji bo karibe çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev ji pirsgirêka Kurd re peyda bike, bê berdan. Ji bo berdana Birêz Ocalan wezîfeya Komîteya Wezîran e ku gavên şênber ên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje." Senator û parlamenterên Bask û Katalan ên mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne: Pernando Barrena, Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê, Gorka Elejabarrieta, Senator, Serokê Koma Eh Bildu Josu Estarrona, Senator, Koma Eh Bildu Jon Iñarritu, Parlamenterê Koma Eh Bildu ya Meclîsa Nûneran, Irati Jimenez, Parlamenterê Parlamenta Navarra ji Koma Eh Bildu, Igor Zulaika, wekîlê Parlamenta Baskê ji koma Eh Bildu, Diana Urrea, Wekîla Parlamenta Baskê ji Koma Eh Bildu, Laia Estrada i Cañón, Wekîla Parlamenta Katalan, Seroka Koma GP CUP-DT, Dani Cornellà Detrell, Wekîlê Parlamenta Katalan, Berdevkê GP CUP-DT, Maria Pilar Castillejo Medina, Wekîla Parlamenta Katalan, Laura Fernández Vega, Wekîla Parlamenta Katalan

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.