Konsepta şer rûxiyaye
Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:15
- Omer Ocalan: Bê guman tecrîdkirina Birêz Ocalan bandoreke nerênî li Tirkiyê kiriye û ji bo çareseriya tevahiya pirsgirêkan tekane rê azadiya Birêz Ocalan e. Ji ber konsepta şer a dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û birêz Ocalan, niha dewleta Tirk dirûxe.
Ji Rojnewsê Armanc Herekol bi parlamenterê HDP´ê yê Rihayê Omer Ocalan re li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan peyiviye. Ocalan di vê hevpeyvînê de dibêje, “Tecrîdkirina birêz Ocalan her ku diçe girantir dibe. Dewlet dixwaze bi cezayên dsîplînê birêz Ocalan bixe nava qalibekî. Li gorî qanûnan divê birêz Ocalan bê berdan, lê dewleta Tirk ji bo ku birêz Ocalan bernede, qanûnên xwe binpê dike û diguhere. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ji bo gelê Kurd pirr girîng e û divê bikeve piratîkê. Heger hevdîtin çêbe wê tevahiya pirsgirêkên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên çareserkirin. Ji bo wê jî tekane rêya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e.”
Li ser sedema tecrîdkirina Ocalan, Omer Ocalan dibêje, “Ev neh meh in, bi ti awayî bi Birêz Ocalan re hevdîtin çênebûne. Niha tecrîd pirr giran bûye û her ku diçe jî girantir dibe. Dewlet bêdeng e û ti bersivê nade. Birêz Ocalan pêşengiya siyaseta Kurdan dike. Di Rojhilata Navîn de modelek daniye holê, her kes jî dizane ev model ji bo mafê tevahiya gelan e. Ji ber vê yekê jî dewlet tecrîdê giran dike. Li aliyê din jî, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzayn kirin, Tirkiye niha şerekî pirr mezin û topyekûn li dijî Kurdan dimeşîne. Dewleta Tirk dixwaze rola Birêz Ocalan ya li Rojhilata Navîn ji holê rake. Armanca tecrîdê ew e ku gel û Birêz Ocalan ji hev du qut bike. Li gorî qanûnan cezayê giran herî zêde 23 sal in û divê Birêz Ocalan li gorî qanûnan bê berdan, lê dewleta Tirk ji bo ku Birêz Ocalan bernede, qanûnên xwe binpê dike û diguhere. Li Birêz Ocalan cezayê heta hetayê hatiye birrîn, ev yek ne qanûnî ye. Bê guman tecrîdkirina Birêz Ocalan bandoreke nerênî li Tirkiyê kiriye û ji bo çareseriya tevahiya pirsgirêkan tekane rê azadiya Birêz Ocalan e.”
Biryara KE’yê pirr girîng e
Li ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpa ya ji bo Abdullah Ocalan, Omer Ocaêan got, “Divê li gorî qanûnan, Birêz Ocalan bê berdan. Ev biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpa ye, biryareke di cih de ye û dereng jî maye. Tevî ku biryar heye jî ev yek pêk nayê û qanûn tên binpêkirin. Girava Îmraliyê di bin kontrola CPT´yê de ye, dikare biçe ziyaret bike. Ev biryar di 2014’an de, di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê de derketibû. Lê ev heft sal in Konseya Ewrûpa (KE) nexistine rojeva xwe. Herî dawî di 2’yê Kanûnê de xistin rojevê û gelek tişt nîqaşkirin. Tirkiye dibêje, ´em biryara Komîteya Wezîran a KE´yê nas nakin. Lê ev biryara Komîteya Wezîran a KE´yê ji bo gelê Kurd pirr girîng e.”
´Em ê Ocalan azad bikin´
Ji bo cezayên dsîplînê yên li Ocalan hatine birrîn jî, Omer Ocalan got, “Cezayê dsîplînê, tiştekî formalîte ye. Mirov dibîne ku ti giranî û cidîyeta dewletê nemaye. Ji bo wê jî van tiştên ne ji rêzê derdixin pêş. Van demên dawiyê şeş meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Birêz Ocalan birrîne û dixwazin bi van qedexeyan, qalibekî bidin rûniştandin. Mafê sporê ji Birêz Ocalan sitandine. Birêz Ocalan û hevalên wî, êdî gihiştine temenekî mezin û neheqiyeke herî mezin li wan tê kirin. Dixwazin bi van cezayên qirêj, Birêz Ocalan tengav bikin.”
Omer Ocalan îşaret bi girîngiya têkoşînê kir û wiha dewam kir: “Di aliyê qanûnî de, parêzer ji bo ‘hevdîtina lezgîn’ miracaetê dikin. Di vê hêlê de xebatên me didomin. Em her tim tecrîdê di rojevê de dihêlin û divê ev mijar di rojevê de jî bimîne. Ev mijareke man û nemanê ye. Lê wê di dawiyê de bi saya berxwedana gelê me, tecrîd bê şikandin û em ê Birêz Ocalan azad bikin.
Niha rewşa ku Tirkiye tê de ye, rewşeke awarte ye. Dewleta Tirk di her hêlê de hilweşiyaye. Di qada aborî û siyasî de ti giraniya Tirkiyê nemaye.
Her wiha li gel tevahî dewletan dîplomasiya Tirkiyê xetimiye. Her ku diçe jî xirabtir dibe. Ji ber konsepta şer a dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û Birêz Ocalan, niha dewleta Tirk dirûxe. Li Tirkiyê ti maf nemaye, ti kes nikare fikir û nihêrînên xwe bîne ziman. Lê heger hevdîtin û diyalog bi Birêz Ocalan re çêbe, ev pirsgirêk tevde wê çareser bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN