Konferansa Jinan a HDK’ê: Em ê bi ser kevin
Yekşem 3 Mijdar 2024 - 16:00
- "Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin. Em ê bi ser kevin."
Di 13’emîn Konferansa Jinan a HDK'ê ya li Stenbolê hat lidarxistin de jinan peyama têkoşîna hevpar dan û gotin:"Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin. Em ê bi ser kevin."
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bi hêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê bi ser dikevin” 13’emîn Konferansa Jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê li dar xist. Di konferansa ku gelek sazî, dezgeh û jin tevlî bûn peyamên girîng hatin dayin.
Li ser navê endamên divanê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê, Semîha Şahîn di destpêkê de got: "HDK ji bo kesên wekhevî û azadiyê dixwazin keştiya hêviyê ye û têkoşîna ku bi salan e dimeşînin tevî hemû zehmetiyan jî xurtir bûye. Em rêwîtiya xwe ya ku bibin keştiya hêviyê didomînin. Em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin."
Piştî axaftina Semîha Şahîn, bo jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona ji bo Konferansa Jinan hatibû amadekirin hat pêşandan.
‘Biryardariya me ve girêdayî ye’
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hawîrdora pevçûnên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên şer ji aliyê hikûmetan ve bi awayekî plankirî hatiye meşandin. Aştiya serdest bi biryardariya me ve girêdayî ye. Ji bo gelên vê erdnîgariyê azad bijîn aştî lazim e. Divê em jî li ser bingeheke rêxistinî bin ku vê aştiyê ava bike. Em neçar in ji mirovan re rave bikin ku xefika ku ev welat tê de ye encax bi pêvajoyek aştiyê dikare derbas bibe. Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin. Em ê bi ser kevin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari jî di konferansê de axivî. Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku têkoşîna hevpar a HDK'ê li dijî pergala serdest e û got: "HDK kongreya ku partiya me jî tê de cih digire ye. Paradîgmaya yekîtiya gelan e."
Banga berdana Ahmet Ozer
Tûlay bal kişand ser girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku bi modela "lihevhatina bajarî" hat hilbijartin û piştre qeyûm hat tayînkirin û xwest Ahmet Ozer tavilê bê berdan.
Tûlay destnîşan kir ku divê qeyûm biçe û destnîşan kir ku hikûmet vîna gel nas nake.
Çareserkirina pirsgirêka kurd
Tûlay bal kişand ser nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd jî û wiha got: " Çi dibe bila bibe, em ê dev ji israra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bernedin. Çi dibe bila bibe, ji bo destpêkirina pêvajoya bê pevçûn li Tirkiyeyê û avakirina aştiyeke bi rûmet em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.
Di konferansê de Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoulu û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.
'Tecrîdek heye'
Halîde Turkoglu, daxuyand ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecridek heye û got:"Ji bo hevdîtina ku di demên dawî de pêk hat de me silavek ji Îmraliyê wergirt. Li vir em dîsa rastî rola Birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de hatin û ji bo jiyaneke nû em ê çi bikin. Heta ku tecrîd hebe pirsgirêk nayên çareserkirin û ev jî nîşan dide ku tecrîdek heye ku her cure desteserkirinê rewa dibîne."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî wiha got:"Têkoşîna jinê tu carî hêviya xwe winda nekir û tevî hemû zext û zorê jî xwe bi rêxistin kir. Binêrin, her tayek porê me çalakiyek e. Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dirûşmeyên jinan çalakiyek e."
Hevseroka Giştî ya Partiya Vejandina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglu, diyar kir ku pergala kapîtalîst a cîhanê di nava krîzê de ye û diyar kir ku li dijî pergala kapîtalîzmê ku her tişt tê de ye, têkoşîna jinan mezin dibe.
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Orgeneral Tanya Kara dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku HDK qada hevpar a têkoşînê ye.
Di konferansê de ji Rêxistina Azadiya Jinê Gamze Taşçi mafê axaftinê girt û peyam da ku ew ê li dijî hewldanên îtaetkirina jinan berxwedana xwe mezin bikin.
Endama Desteya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Tûlay Korkutan got, "Pêwîst e têkoşîna jinan mezin bibe. Em hêvî û berxwedanê mezin bikin." Endama Partiya Çep a Keskan Oya Jale Uçar jî got, "Çareserî têkoşîna bi hev re ye. Tenê em dikarin ji şîdeta mêran û komkujiya xwezayê re bêjin raweste. Divê em rêbazên xweparastinê belav bikin."
Ji Nobeda Edaletê Fînce Akman jî wiha got: "Dijminê me ji xwîna ciwanên me û mirina jinan têr nabe. Yê dawî li van bîne ne dewlet, em in. Ji jinan ditirsin. Tovê ku birêz Abdullah Ocalan daniye wê tu carî winda nebe, ma em ê ji jiyana xwe bitirsin?"
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel a ku di sala 2011'an de yekemîn hevberdevka HDK'ê bû, pêvajoya damezrandina HDK'ê bi bîr xist û got: "Dema me HDK ava kir, me got ku em ê civakî bikin û ya siyasî jî civakî bikin. Em dibêjin ku pêwîstî bi berfirehkirina HDK'ê heye. Di vê demê de em bi rewşeke nû re rû bi rû ne; pêvajoyek heye yan na? Lê ya sereke ev e ku bi salan e me gotiye pirsgirêka Kurd bi rêya muxataban dikare were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e."
Piştre konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. JINNEWS/STENBOL