Piştgiriyê bidin kampanyaya aştiyê

În 7 Sibat 2025 - 02:45

Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Stenbolê Berna Guzel Gunduz têkildarî kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” wiha got:"Divê hemû saziyên Elewiyan piştgiriyeke mezin bidin kampanyayê. Ez vê ji bo me weke şensa dawî dibînim."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 16’ê Çileyê de kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin û dê îmzeyan bişîne Meclisê. Kampanya hêj didome û gelek derdorên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî piştgiriyê didin. 

Hevseroka Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Berna Guzel Gunduz têkildarî kampanyayê axivî. Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku HDK dengê hemû bindestên li welêt e û girîngiya têkoşîna hevpar vegot. Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku welêt di nava wêranî û rizîbûneke mezin de ye, hewcehî bi aştiyê heye û divê hemû gelên bindest piştgiriyê bidin kampanyayê. 

Piştgiriyê bidin kampanyaya aştiyê 

Berna Guzel Gunduz, diyar kir ku hemû derdor ji ber pevçûnan dilnexweş û bi bifikar in û got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibin û rizîbûna heyî ji holê rabe divê teqez aştî bê vî welatî. Lewma jî kampanya gelek biqîmet e. Bi taybet jî ji bo Elewî û Kurdan pir girîng e. Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bibe çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî. Ji bo hemwelatiya wekhev û azad divê teqez aştî bê. Divê hemû saziyên Elewiyan piştgiriyeke mezin bidin kampanyayê. Ez vê ji bo me weke şensa dawî dibînim. Ji bo bidawîbûna feraseta yekperest û hemwelatiya wekhev û azad, aştî girîng e.”  

MA / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.