Pêşengê civakîbûna bangê ne
Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:30
Meclisa Ciwanan a DEM Partî bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêber APO, di 1’ê Nîsanê de bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re em ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meş li dar xist. Meş çar rojan berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şevval Çaşurluk û Reşo Bîrhat ku di meşê de cih digirtin, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Şevval Çaşurluk, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO û got:“Ciwan, xwe weke kirdeya avaker a civaka demokratîk dibîne. Ji bo civakîkirina vê bangê, xwe weke pêşeng dibîne. Me starta meşê li Qada Şêx Seîd da. Pêşengê serhildanê Şêx Seîd di bîra Kurdan de xwedî cihekî mezin e û li vir hatibû darvekirin. Weke ciwanan me xwest bi vê meşê re wê hişyarbûnê dîsa zindî bikin.”
Bi pratîka xwe rexnedanê dikin
Şevval Çaşuşluk, bal kişand ser peyama Rêber APO a di 4’ê Nîsanê de hate xwendin û got:“Weke ciwanan me ev meş dewr girt. Heta ku aştiya birûmet pêk tê jî dê bidome. Em ê pêşengtiyê bikin. Em rexneya birêz Abdullah Ocalan li xwe digirin û em ê rexnedayîna wê bidin. Em ê êdî bi pratîka xwe ya rêxistinkirinê rexnedayina xwe bidin. Di vê meşê de jî polîsan tundî kirin. Hem di çalakiyên li Saraçhaneyê hem jî yên li zanîngehan de ji ewil ên hedef tên girtin û rastî îşkenceya lêgerîna tazî tên, jin in. Di meşa ber bi Amarayê ve de jî dayik li pêş bûn û ji tundiya polîsan bibandor bûn. Di têketina Xelfetiyê de em rastî mudaxileyeke giran hatin. Lê jin li eniya pêş a berxwedanê bûn.”
Divê hemû girtî bên berdan
Reşo Bîrhat, jî daxuyand ku guherîn û veguherîna civakî tenê bi ciwanan pêkan e. Bîrhat, got:“Tecrîdkirin Ocalan tê wateya tecrîdkirina hemû Kurdan. Azadiya birêz Ocalan jî wê ji bo azadiya hemû gelan rê veke. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Ji bo vê rewşê birêxistin bikin û demokrasî cîbicî bibe, divê em xebatên pêwîst deynin pêşiya xwe. Divê em bi hemû hêza xwe li hemû qadan têbikoşin.”
MA/ENQERE