Azadî bi yekitiya jinan pêkan e
Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 17:45
- Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Tara Hussein bal bir ser yekitiya jinên kurd û wiha got:"Yekitiya neteweyî ya Kurd jî bi azadiya jinan pêkan e. Xebatên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê li her kesî dike."
Ji çar parçeyên Kurdistanê 24 rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî, ji bo pêşxistina yekitiya neteweyî û avakirina wê, di 7’ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê “Civîna Yekitiya Neteweyî ya Kurd” li dar xistin. Piştî civînê jî avakirina “Platforma Yekitiya Jinên Kurd” hate ragihandin.
Endama Platformê û Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya berê Tara Huseyîn, têkildarî xebatan û yekitiya neteweyî axivî.
Tara Husseîn, bal kişand ser armanc û girîngiya avakirina platformê û got: “Du sal berê li bakurê Kurdistanê kongre hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de xebatên hevpar hatin kirin.” Tara Husseîn, qirkirinên jinan ên li Başûr di bin navê “namûsê” de tên kirin, necezakirina faîlan, esasnegirtina îradeya jinan û pirsgirêkên hevpar ên jinan bi bîr xist û got ku bi vê boneyê avakirina platformê gelek girîng e.
Tara Husseîn, diyar kir ku platform hêzê dide hemû jinên li Başûr û yekitiya neteweyî tenê dikare bi pêşengtiya jinan were avakirin. Tara Husseîn, da zanîn ku ew ê konferansa ewil li Başûr li dar bixin. Her wiha got tenê nûnerên PDK'ê tevli komxebatê nebûne.
Tara Husseîn, da zanîn ku jin di avakirina yekitiya neteweyî de bi roleke pêşeng radibin, platformê gelek biryar daye û xebatên hevpar li pêşiya wan hene. Tara Husseîn, got ku bedela herî giran jinên Kurd daye û got: “Yekitiya neteweyî ya Kurd jî bi azadiya jinan pêkan e. Xebatên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê li her kesî dike.”
Tara Husseîn, destnîşan kir ku jinên di platformê de cih digirin xwedî nêrînên cuda ne û axaftina xwe wiha qedand: “Jinên Êzidî jî êş û têkoşîna xwe vegotin. Amadekariyên ji bo konferansa sêyemîn didomin. Biryara avakirina enstîtûyeke perwerdeyê hate dayin û ev jî dê bike ku jinên ji derdorên cuda li vir bi çalak tev li têkoşînê bibin.” MA / NAVENDA NÛÇEYAN / ZEYNEP DÛRGÛT