HDK bingeha hevgirtinê ye
Şemî 8 Adar 2025 - 03:25
ROZA METÎNA / AMED
Endama HDK’ê Gurbet Aydogan da zanîn êrişên li dijî HDK’ê di esasê xwe de li dij bingeha civakî ne û wiha got:” Kongreya demokratîk a gelan bingeha hevgirtin û têkoşînê ye. Loma em êrişên li dij HDK’ê tu carî qebûl nakin.”
Tevî hevdîtinên ji bo pêvajoyeke nû operasyona qirkirinên siyasî dewam dikin. Herî dawî bi awayekî berfireh êriş li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî HDK'ê dabû destpêkirin de, di 18’ê Çileyê de li 10 bajaran di serdegirtina malan de bi hinceta “endamên rêxistinê ne” 51 kes hatibûn binçavkirin. Ji 51 kesan 16 kes bi daxwaza berdana wan a bi kontrola edlî sewqî Dadweriya Cezaya Sulhê hatibûn kirin û 35 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.
Endama HDK’ê Gurbet Aydogan têkildarî mijarê axivî. Gurbet Aydogan wiha got:” Di van rojên ku em behsa aştiyê dikin de, em vê operasyona li dijî HDK'ê wekî komloyekê pênase dikin.”
HDK bingeha hevgirtinê ye
Gurbet Aydogan da zanîn HDK nûnertiya wekheviyê ye û wiha got:"Kongreya demokratîk a gelan bingeha hevgirtin û têkoşînê ye. Ne tenê gelên cuda, her wiha hemû beşên civakî yên bi cihekariyê rû bi rû mane, jin, ciwan, kedkar, civakên cuda yên baweriyê di bin vî banî de, tên gel hev û di heman demê de taybetmendiya xwe diparêzin. Her wiha ji bo demokrasiyê têdikoşin. Loma em êrişên li dij HDK’ê tu carî qebûl nakin.”
Ji bo demokrasiyê dixebite
Gurbet Aydogan bi lêv kir ku HDK ji bo demokrasiyê li berxwe dide û wiha pê de çû:"HDK îro kongreyek e ku di vê çarçoveyê de hem di têkoşîna demokrasiyê de hem jî di warê civakîkirina aştiyê de xebatên xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê hembêzkirina aştiyê ji aliyê hemû pêkhateyan ve di aktîvkirina daxwaz û têkoşîna demokrasiyê de rolek girîng dilîze.”
Eriş wekî komployekê ye
Gurbet Aydogan diyar kir ku ev êriş li dijî HDK'ê wekî komployê ye û wiha dewam kir:"Di van rojên ku em behsa aştiyê dikin de, em vê operasyona li dijî HDK'ê wekî komloyekê pênase dikin. Ji bo daxwaza aştiyê ya di nava civakê de pêk were, divê bingeha HDK'ê bê xurtkirin. Wê demê ew ê ji aliyê wekheviyê ve jî gavên hîn şênber bên avêtin. Ev gavên di warê êrişan de tu fêdeyê nade civakê. Berovajî vê yekê civakê dixe tengasiyê û rê li aştiyê, demokrasiyê, azadiyê digire.”
Divê erkên siyasî bên cih
Gurbet Aydogan diyar kir ku divê êriş bi dawî bibin û hevalên wan bên berdan û wiha got:"Ji bo vê pêvajoyê divê hem alîgirên têkoşîna demokrasiyê û hem jî hemû beşên civakê yên bi cihêkariyê rû bi rû dimînin, erkên xwe yên siyasî bînin cih. Di esasê xwe de berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê me. Di dosyayan de xebatên ekolojiyê û kedkaran weke sûc tên nîşandan. Em bi vê re dibin şahidên sûcdarkirinên trajîkomîk. Divê hevalên me yên hatine girtin demildest bên berdan.”
Daraz li dij bingeha civakî ye
Gurbet Aydogan da zanîn daraz li dij demokrasiyê ye û wiha got:"Kongreya me ne homojen e û gelek pêkhateyên me yên civakî û siyasî tê de hene. Ji xebatkarên kaxizan heta partiyên siyasî, ji komeleyên baweriyan bigire heta sendîkayan, ji komeleyên herêmî heta saziyên jinan, mirov dikare behsa hemû beşên civakê yên li ser bingehên civakî têkoşînê dikin, bike. Ji ber vê yekê, ev daraz di esasê xwe de li dijî vê bingeha civakî ye. Loma em dibêjin ev komployeke darazê ye.”
Banga li dijî komploya darazê
Gurbet Aydogan banga li dij êrişan kir û wiha bi dawî kir:"Em ê bi hemû pêkhateyên ku me behs kirin, di nava HDK'ê de bin û vê bingehê hîn berfirehtir bikin. Pêwîst e em aştiyê civakî bikin û têkoşîna demokrasiyê ji her demê bêhtir berfireh bikin. Erka me ye ku em bi hemû beşên civakî re bên cem hev û rêya aştiyê ava bikin û bi vê berpirsyariyê xebatên me jî dê bidomin. Em bang li hemû derdorên demokrasiyê yên kedkar dikin ku li dijî vê komploya darazê dengê xwe bilind bikin û bi HDK’ê re bibin yek.”