Komkujiyeke dewletê ye

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 03:05

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû piştî şewata li Amed û Mêrdînê qewimî daxuyanî da û bang li gelê Kurd kir ku bi yekîtî û piştevaniyê birînên xwe yên karesatê bipêçe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî karesata şewatê ya bûyî sedem 15 kes jiyana xwe ji dest bidin û bi sedan kes jî birîndar bibin, DEDAŞ û dewlet hewl dide xwe bêsûc nîşan bidin. 

Karasû di dewama nirxandina xwe de wiha got:’’Ez ji bo kesên ku di şewata li Mêrdîn û Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmet û ji bo birîndaran jî şifayên lezgîn dixwazim.

Li Amed û Mêrdînê komkujiyek din qewimî. Ev bi eşkere komkujiyeke dewletê ye. Mîna ku di daxuyaniya KJK’ê de hatî diyarkirin, karesateke ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin. Dema ku li Ege û Akdenîzê şewatek derketî, mudaxeleyek dereng û ne têrker jî be dewletê helîkopter, balafirên şewatê, ÎHA û her cure derfet xiste dewrê. Lê dema ku li Kurdistanê heman rewş diqewime, dewlet nakeve nav liv û tevgerê. Dixwaze ku Kurd ji jiyana xwe aciz bibin û xaka xwe biterikînin! Lewma di şewata li Mêrdîn û Amedê de heman helwest nîşan daye. 

Xwestin dewletê paqij bikin

Karasû bal bire rola DEDAŞ’ê ya di komkujiyê de û wiha got:’’Dema ku ev şewata mezin bi gelek mirin û birîndariyan encam bû, dewletê bi lez got şewata pirêzan e. Bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzan derketiye. Ev yek refleksa wê yekê ye ku dema sûcdar li ser sûc tê girtin. Ji bo ku neyê dîtin ku sûcdar dewlet û DEDAŞ e, xwestin wisa nîşan bidin ku şewat ji ber pirêzan derket û hewl dan ku dewletê paqij derxînin.

Şahidan gotine ku şewat ji dîreka elektrîkê derketiye. Lê rayedarên dewletê, ajans û qenalên TV ên girêdayî hikûmetê nûçe belav kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Çapemeniya muxalîf jî nûçe wisa daye. Ji ber ku ji tirsa li hemberî desthilatdariyê, gotinên şahidan ji xwe re esas negirt, bes daxuyaniya fermî esas girt. Eger ev şewat li devereke din a Tirkiyeyê derketiba, wê gotinên şahidan û gel hatiban weşandin. Car din hate dîtin ku bûyerên li Kurdistanê çawa tên berevajîkirin û çapemeniyê jî dikin amûra vê yekê.

Cendirme xizmeta DEDAŞ’ê dikin

Ev DEDAŞ li Kurdistanê bûye amûra mêtingehkirina gel û zextê li ser gel dike. Cendirmeyên li herêmê, weke hêzeke leşkerî ya di bin fermana DEDAŞ’ê de lê hatine. DEDAŞ’ê bi sedan caran bi cendirmeyan bi ser gund û malan de girtiye. Gel bi salan aniye ziman ku bi rêya DEDAŞ’ê zext li gel hatiye kirin. Têkildarî DEDAŞ’ê bi vî rengî bi dehan nûçe hatine çêkirin. DEDAŞ li aliyekî jî bûye bela serê gel. Li ti devera Tirkiyeyê saziyeke bi vî rengî nîne. Eger rewşeke wiha hebe, wê li Ege, Karadenîz û Akdenîzê gel serî rakiriba. Ji xwe cendirmeyan jî nedikarî di asteke wiha de weke saziya leşkerî ya şîrketê tevgerîba. Dema mijar dibe Kurdistan, leşker û polîs Kurdan weke dijmin dibînin. Lewma her cure zextê li ser gelê Kurd, ji xwe re rewa dibînin. Dewleta Tirk hemû çavkaniyên Kurdistanê li ser Kurdan weke amûra zext û mêtingeriyê bi kar tîne. Li ser Firatê bendavên Keban, Karakaya, Ataturk û Bîrecîk hatine çêkirin. Li ser Dîcleyê jî gelek bendav hatine çêkirin. Piraniya petrolê jî ji Kurdistanê derdikeve. Lê gelê Kurd ji kêmek a vê enerjiyê jî sûd nawergire. Hetta ev enerjî jî veguheriye amûra mêtingehkirina Kurdan. Beşeke mezin ê elektrîkê li Kurdistanê derdikeve, lê ev enerjî ji Kurdan re nayê dayîn. Ya tê dayîn jî bi fiyata fahîşê tê dayîn. Li Kurdistanê ev qas enerjî derxîne, lê Kurdan bike feqîrê enerjiyê! 

Pêdiviyên xwe bi xwe pêk bînin

Rêber Apo dibêje ku enerjî û av divê ayîdê civakê be. Li Tirkiyeyê enerjî û av jî radestî şîrketên mêtingeh hatiye kirin. Enerjî, av, xak û hewa jî têkildarî jiyana mirov e. Evane ji dervey civakê ne ayîdê ti kes din e. Rastiya li Kurdistanê jî nîşan dide ku ev yek çiqas rast û pêwîst e. Gelê Kurd divê ji vê rastiya enerjiyê jî bibîne ku dewleta Tirk çi mêtinger û qirker e. Dewleta Tirk her cure derfetê jiyanê weke amûra qirkirina Kurdan bi kar tîne. Jixwe heta niha bi keda Kurdan li Tirkiyeyê nirx afirandin û van derfetên hatine afirandin jî li çekan razandin û ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne.

Gelê Kurd divê têkildarî çi mijarê tiştekî ji dewletê hêvî neke. Divê nebêjin bila dewlet ji bo me vê bînin, wê bînin. Her karê dewletê kirî û her karê ku wê bike, tenê ji bo qirkirina Kurdan e. Divê Kurd xwe bikin civaka rêxistinkirî, bi hêza civakê nirxan biafirînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Gelê Kurd divê bi yekîtî û piştevaniya xwe van birînan bipêçe. Divê gel muhtacî vê dewleta qirker neyê kirin. Demên bi vî rengî tam nîşandana welatparêziyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.