Komkujiya li hepsan

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:09

  • Dewleta Tirk bi bernedana girtiyên nexweş komkujiyekê di hepsan de dike. Doh yek jê li Izmîrê yê din li Amedê du girtiyên nexweş ên siyasî şehîd bûn. 

Dewleta Tirk ji mêj e, tevî hewldan û daxwazên rêxistinên mafê mirovan, malbatên girtiyan, girtiyên nexweş di hepsan de digire û bi vî rengî komkujiyekê dike. Doh du girtiyên nexweş ên ji sala 1993´yan ve girtî ne, şehîd bûn. Yek ji van Abdulrezzak Şuyur ê li Hepsa Şakranê û yê din jî Halil Guneş ê li Hepsa Tîpa F a Hejmara 2’an a Amedê bû. 

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran, Abdulrezzak Şuyur ku li Hepsa Şakranê ya Alîagaya Izmîrê ya Tîpa T dihat girtin. Gava ew şehîd bû, 56 salî bû û ji sala 1993´yan ve girtî bû.  

Abdulrezzak Şuyur şehîd bû

Abdulrezzak Şuyur, sala 1993’yan li Mûglayê kirin nezaretê û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ew hat dadgehkirin û cezayê muebedê lê hat birrîn.

Şuyur piştî hepsên Sêrt û Dîlokê sirgûnî Şakranê hatibû kirin. Beriya bi 3 mehan ew bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Piştî teşxîsa pençeşêrê Şuyur nehat dermankirin.

Herî dawî beriya bi 2 hefteyan, Şuyur bi kurê xwe re hevdîtin kir, ji wê rojê û vir ve agahî jê nehate girtin.

Birayê wî Mûhsîn Şuyur doh ji bo dîtinê çû hepsê, lewma ev du hefte bûn ku nekarî bi telefonê bi birayê xwe re bipeyive. Rêveberiya hepsê bê hincet nehişt ku hevdîtin bê kirin. Piştî vê bi saetekê rêveberiya Hepsê malbat bi telefonê agahdar kir û got, Abdulrezzak Şuyur wefat kiriye. Gava şehîd bû, 14 meh mabûn ku ji hepsê derkeve. 

Bi qest kuştin

Li gorî birayê wî, Yûnus Şuyur, beriya bi mehekê ji bo dermankirina wî li derve dewam bike, wan daxwazname daye. Birayê Şuyur anî ziman ku beriya bi mehekê bi wî re têkilî danîbû û got, “Em dipirsin di nava mehekê de çawa ketiye vê rewşê. Em nizanin emeliyat kirine yan na. Ev 2 hefte ne agahî jê nayên. Nedihate hevdîtina telefonî ya heftane, gelo beriya wê demê jiyana xwe ji dest dabû? Çi bû ku jiyana xwe ji dest da? Derbarê mirina wî de nakokî hene. Lê em nizanin rewş çawa ye.”

Malbata wî ji Stenbol û Sêrtê çû cenazeyê Şûyûr ji Izmîrê wergire.

Cenazeyê wî piştî kar û barên hiqûqî wê li navçeya Sêrtê Dihê were veşartin.

Halîl Guneş şehîd bû

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku berdana wî gelek caran hatibû redkirin jî doh şehîd bû. Halîl Guneş li Hepsa Tîpa F a Hejmara 2’an a Amedê dihat ragirtin.

Guneş di 2’ê Çileyê 1993’yan de di 23 saliya xwe de hatibû girtin û cezayê muebeda giran lê hatibû birrîn. Halîl Guneş demeke dirêj e li hemberî penceşêra pişik û hestî derman dibû û heta niha sirgunî 15 hepsan hatibû kirin. Nexweşiya wî piştî êşkenceya giran derketibû holê. Ji ber ku parsûyên wî hatibû şikandin, dil û pişika wî dihat eciqandin û nikaribû baş bêhnê bistîne. Ji ber şertên giran ên hepsê jî nexweşiyên wî zêde bûbûn.

Dermanên Guneş nedanê

Ji rêveberên TUHAY-DER'ê Parêzer Aslihan Bûlût got, beriya çend rojan ji bo mueynê Guneş rakirine nexweşxaneyê û ji bo ku hevdîtina vekirî ya hevalên xwe yên qawişê asteng neke, dema vegerê xwestiye biçe qawişa yekkesî.

Bûlût, da zanîn ku ev 5 roj bûne Guneş li qawişa yekkesî bûye û di hejmartina serê sibehê de mirî hatiye dîtin. Bûlût, da zanîn ku ew hîn bûne ku ev demeke dirêj e dermanên Guneş nedanê û ji ber vê gelek caran ji rêveberiya girtîgehê re name nivîsandine û daxwaza dermanên xwe kiriye.

Mirin li ser Guneş ferz kirin

Sala 2007’an di pişika wî de bi dehan tumorên 1 cm hatibûn dîtin û dema ku parsûyên wî hatibû ameliyatkirin jî derketibû holê bi penceşêra hestiyan ketiye. Guneş ji ber vê 2 caran ameliyat bûbû û sala 2009’an bijîşkan diyar kiribûn ku ew bi KOAH’a giran û Apneya Xewê jî ketiye. Bijîşkan diyar kirbû, divê heta dawiya emrê xwe bi cîhaza bêhndanê razê û bi roj jî maskeya oksîjenê bi kar bîne.

Ji ber dermanên ku bi kar dianî nexweşiyên wekî epîlepsî, glokom û di gurçikên wî de jî kevir çêbûbû. Ji ber miracaeta parêzeran, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê rapora ‘nikare di hepsê de bimîne’ dabû  lê Saziya Tipa Edlî di 29’ê Çileyê 2014’an de raporeke nû amade kiribû û biryar dabû Guneş bi tena serê xwe dikare li hepsê bimîne. Di Tîrmeha 2014’an de ji ber ku penceşêrê lê giran kiribû parêzeran ji bo berdanê miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû, lê encameke erênî nehatibû stendin.

Xwişka wî di 3’ê Cotmeha 2020’an de di çalakiya Rûniştina F a 445’an de ya ku Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê li dar dixe, axivîbû û gotibû, ‘Mirin li ser birayê min tê ferzkirin.’

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) heta doh li hepsên dewleta Tirk 604 jê giran, 1605 girtiyên nexweş hebûn. 

Nivîsa Guneş di PolîtîkArt de 

Halîl Guneş di Hezîrana 2013´an de ji hejmara 116 a PolîtîkArt re bi sernavê “Ev zarok divê nemire (Bu çocuk olmemeli) nivîsek nivîsandibû. Di heman hejmarê de bi navê Arafta helbesteke wî jî hatibû weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.