Komîsyon wê hêzê bide aştiya civakî
Duşem 25 Tebax 2025 - 03:40
ROZA METÎNA / AMED
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bi lêv kir ku divê hemû kes piştgiriyê bidin hewldanên komisyonê û wiha got:"Ji vê gavê û pê ve, xala girîng ew e ku diyalog û danûstandin wekî rêbazên bingehîn ên ragihandin û çareseriyê di têkiliyên siyasî û civakî de serdest û mayînde bin, di heman demê de hay ji nêrînên me yên cuda yên cîhanê hebin."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de hat kirin, pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi dewamkirina pêvajoyê re li meclisê "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" hat avakirin. Hevdîtin û xebatên komîsyonê dewam dikin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ê Stenbolê (DEM Partî) û endamê "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê", Cengîz Çîçek têkildarî wateya komîsyonê, qonaxa ku gihiştiyê, bandora komîsyonê ya li ser pirsgirêka kurd nirxandin kir. Cengîz Çîçek got:” Komîsyon dikare bingeha dîrokî ava bike.”
Komîsyon wê hêzê bide aştiya civakî
Cengîz Çîçek bi lêv kir ku divê hemû kes piştgiriyê bidin hewldanên komisyonê û wiha got:"Ji vê gavê û pê ve, xala girîng ew e ku diyalog û danûstandin wekî rêbazên bingehîn ên ragihandin û çareseriyê di têkiliyên siyasî û civakî de serdest û mayînde bin, di heman demê de hay ji nêrînên me yên cuda yên cîhanê hebin. Biryara komisyonê ya guhdarîkirina malbatên mexdûr, rêxistinên mafan, rêxistinên hiqûqê û heta akademisyenan wê hêzê bide aştiya civakî. Bê guman, ev berpirsiyarî ne tenê li ser milê komîsyonê ye. Partî, rêxistinên civaka sîvîl ên nûnertiya wan di komisyonê de hene, divê têkoşîna civakîbûna aştiyê bidin ber xwe. Dema ne wiha be wê tiştên ku komisyon bike jî sînordar bin."
Komîsyon dikare bingeha dîrokî ava bike
Cengîz Çîçek li ser bandora komisyonê ya li ser pirsgirêka kurd jî ev tişt anî ziman:"Di dawiyê de, komîsyon dê pirsgirêka Kurd bi tevahî çareser neke. Nêzîkatiyek wisa ne realîst e. Bi rêya pirsgirêkên ew ê çareser bike û pêşnûmeyên qanûnên ku ew ê derxe, komîsyon dikare rêça rast ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd destnîşan bike. Bi gotineke din, komîsyon dê nebe platformek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a di hemî aliyên wê de, lê ew dikare bingehek dîrokî ava bike."
Komîsyon di kîja qonaxê de ye ?
Cengîz Çîçek têkildarî qonaxa komisyonê jî wiha got:"Wek pêdiviyeke prensîbên şefafî û beşdarbûnê, komîsyonê biryar da ku guh bide malbatên di pêvajoyên pevçûnê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û her wiha rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqî, pispor, akademîsyen û siyasetmedarên xwedî ezmûn. Komîsyonê vê hefteyê dest bi van guhdarîkirinan kir. Ev guhdarîkirin, ji bo zelalkirina dînamîk, nêzîkatî û diyalektîka bêhempa ya vê pêvajoyê girîng in. Ev guhdarîkirin dê çarçoveyek heyî ji me re peyda bikin. Nêzîkatî û pêşniyarên cuda dikarin werin ziman. Ya girîng nîşandana jêhatîbûnek siyasî ye ku van cudahiyan qebûl dike û çareseriyek li ser bingeha têgihîştina hevpar eşkere dike. Di qonaxa guhdarîkirinê de, ku tê payîn heta nîvê îlonê bidome, nêzîkatiya me ya bingehîn dê ew be ku em wêneyekî hevpar peyda bikin û nêzîkatî û gavên pêwîst zelal bikin."
Kurd ji astengkirina Kurdî ne razî ne
Cengîz Çîçek bi lêv kir ku astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya ji aliyê komîsyonê ve ne rêbazeke rast e û wiha dewam kir:"Dayikên di komîsyonê de ev mijar pir bi awayekî xweş anîn ziman. Qedexekirina zimanê Kurdî, înkarkirina hebûn, nasname û mafên Kurdan, sedema bingehîn a pevçûna pêncî salî ye. Sedema hebûna komîsyonê ew e ku rêbaza înkarker a li hember pirsgirêka Kurd bi dawî bike, di heman demê de rastiya astengkirina axaftina bi Kurdî nîşan dide ku em hîn jî di destpêka çareserkirina vê pirsgirêkê de ne. Ji niha û pê ve, bi rizgariya demokratîk, em ê ber bi rojên ku em ê bi zimanê xwe bi azadî biaxivin û jiyanek demokratîk ava bikin ve biçin. Stratejiya vê meşê siyaseta demokratîk e. Em ê bi riya siyaseta demokratîk bi ser kevin. Bi milyonan kes ji astengkirina Kurdî re ne razî ne. Divê komîsyon bi xebatên xwe bicîhanîna rêziknameyên qanûnî û îdarî pêk bîne û vê şermê ji holê rake. Em ê jî wekî du bi xîret bixebitin."
Ji 51 endaman tenê 9 jê jin in
Cengîz Çîçek li ser meseleya nûnertiya wekhev a komisyonê jî wiha got:"Niha ji 51 endamên komisyonê 9 jê jin in. Bê guman, ev rewş nîşan û encama hişmendiya serdest a mêran e ku di parlemento û komîteyan de tê xuyankirin. Du sedemên vê yekê hene. Yek jê aqilê mêrane yê îktidarparêz e. Ev aqil nûnertiya jinan a wekhev naxwaze. Her wiha ji nûnertiya wekhev a jinan dibe asteng. Ya dinê jî ew e ku nêzikatiyeke nirxên jinan tune dihesibîne heye. Ev jî di pêvajoyeke aştî tê axaftin de pêk tê. Ger nêzîkatiyeke azadiya zayendiyê û demokratîk hebaya wê nûnertiya wekhev li her qadê û di komisyonên parlamentoyê jî heba."
Zext baweriyê nahêle
Cengîz Çîçek da zanîn ji aliyekî xebatên komîsyonê didomin lê ji aliyekî ve jî zextên hukumetê dewam dikin û wiha pê de çû:"Ne tenê komîsyon, lê divê pêvajo bi xwe jî bi misogerkirina baweriya gel re pêş bikeve. Di vê dema em hewl didin çareseriyek ji bo pirsgirêkên dîrokî yên bi vî rengî pêş bixin de, tiştê herî girîng razîbûna gel e. Pêvajoyek ku razîbûna gel jê re tune be dê şansa wê ya serkeftinê kêm bibe. Zext û operasyonên ku ji hêla hikûmetê ve têne birêvebirin û muxalefetê hedef digirin, di serî de baweriya bi pêvajoyê û komîsyonê nahêle. Bi taybetî, operasyonên ku ji hêla dadweriyê ve li dijî şaredariyên CHP'yê têne kirin, cihêkariya civakî û siyasî zêde dikin, dibin cureyekî hewldana kuştinê ya li dijî pêvajoyê. Bê guman, di pêvajoyeke em hewl didin nakokiya ku ji çil salan zêdetir in berdewam dike bigihînin astek qanûnî û siyasî, tiştê ku herî zêde pêdivî ye lihevhatina siyasî û civakî ye. Ev operasyon, berî her tiştî, derbeyek li lihevhatina civakî û siyasî ya ku em hewl didin biafirînin in."