Civîna komisyonê divê bi herdu aliyan re be

Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:20

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Karakoç, diyar kir ku divê pêvajo bi aştiyê bi encam bibe û got: “Aştî tenê bi mercên demokratîk ve pêkan e. Divê hemû pêkhateyên civakê beşdarî pêvajoyê bibin.”

Ji bo serkeftina pêvajoyê û erken hewce yên ku divê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatiye avakirin cîbicî bike, pêşniyarî didomin. Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Alî Karakoç, bal kişand ser beşdariya hemû pêkhateyên civakê. Alî Karakoç, got: “Ev komîsyon divê van civînan ne tenê li Meclisê herwiha bi civakê re jî gotûbêj bike. Divê Komîsyon dakeve nava civakê û qadê. Li gorî nêrîna min, divê komîsyon xwe bigihîne girseyên mezin.”

Alî Karakoç, anî ziman ku bijîjk ji ber pîşeya xwe bi awayeke xwezayî parêzvanên aştiyê ne û TTB’ê her tim aştî, jiyan û demokrasi parastiye û wiha pê de çû: “Divê ne tene TTB, hemû odeyên bijîjkên li welêt re hevdîtin bê kirin û nêrîna bijîjkan bê pirsin. Gelek hevalên me yên ku kedeke mezin di vê mijarê de dane hene. Divê nêrina van hevalan bê pirsîn.” 

Alî Karakoç, anî ziman ku şer di navbera du aliyan de çêbûye û divê aştî jî di navbera her du aliyan de çêbibe û axaftina xwe wiha qedand: "Komîsyon çawa ku bi mekanîzmayên ewlehiyê yên dewletê re dicive herwiha divê bi her du aliyan re jî bicive. A girîng ew e ku pêvajo veguhere aştiyê. Divê em vê yekê ji civakê û ji hemû pêkhateyan re vebêjin. Di despêkê de divê mercên demokratîk bê avakirin. Aştî tenê bi mercên demokratîk ve pêkan e. Divê hemû pêkhateyên civakê beşdarî pêvajoyê bibin.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.