Guhdarkirin têrê nake

În 22 Tebax 2025 - 03:45

Li Meclisê Komîsyona Yekitiya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê hate avakirin. Komîsyon bi guhdarkirina derdorên cuda xebatên xwe didomîne. Di berdewama pêvajoyê de gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di daxuyaniyên xwe yên dawî de bi 'destwerdana leşkerî' Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Civaknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Dogu Ergîl geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

3 erkên komîsyonê hene  

Ergîl bal kişand ser girîngiya nîqaşkirina mijarê û got:"Li Tirkiyeyê bi qasî gelek sazî û tevgerên siyasî wê pirsgirêk çi ye, diyar bikin. Ev gelekî girîng e. Ev komîsyon xwedî sê peywiran e. Ya yekemîn ew e ku li ser pênaseyê lihevkirinek pêk were. Ya duyemîn jî pêşvebirina pêşniyarên çareseriyê yên li gorî wê pênaseyê ye. Ya sêyemîn ew e ku ev pêşniyar wê rê li ber guhertinên bi çi rengî yên îdarî, hiqûqî, siyasî û çandî veke, diyar bikin." Ergîl da zanîn ku guhdarkirina kesên di dema şer de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane girîng e û got:"Her çareserî bi dawîkirina şînê dest pê dike. Dibe ku pêvajoyeke bi êş be, lê mînak ev li Afrîka Başûr hate kirin. Partiyan tecrubeyên xwe parve kirin û di dawiyê de Mandela herî mexdûr bû û piştî ku 30 salan di girtîgehê de ma bû serokkomar. Ji ber vê yekê guhdarîkirina li hev baş e, lê têrê nake. Eger em li ser vê asê bimînin, em nikarin bi pêş ve biçin."

Divê sedem ji holê bên rakirin 

Ergîl diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê Tirkiye guhertinên qanûnî bike û got:"Girêkên xwe dispêrin mutabaqata hev hene; divê ev bên çareserkirin û divê em asê nemînin. Ji bo herikandina pêvajoyê esas e. Mesele ne tenê danîna çekan e. Wê komê çima nêzî nîv sedsalê çek hilgirt û bi çekdarî şer kir? Ji bo ku dubarebûna wê asteng bike divê tu vê fêm bikî. Lazim e sedem ji holê bên rakirin. Ji bo careke din çek nekevin dewrê, hûn ê hewl bidin bi rêya siyasetê tişta bi çek xwestine bi dest bixin.”

Gefên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê 

Ergîl anî ziman ku hin fraksiyon li dijî pêvajoya çareseriyê ne û got:"Dema ku li Hevkirinek li Tirkiyeyê pêk tê, eger hûn hewl bidin ku Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de statuyeke taybet bi dest nexînin û li Sûriyeya ku nû hatiye avakirin bibin navendeke hêzê, hûn ê çawa bi karibin bi Kurdên Tirkiyeyê re tam li hev bikin? Di vir de nakokiyek sosret heye. Li wir jî têkoşîneke azadî û xweseriyê tê dayîn. Ji ber ku li Şamê koalîsyoneke terorîstên naskirî heye. Bi serjêkirin û firotina jinan hikûmetek hatiye avakirin. Nexasim Emerîka piştgiriya avakirina avadaniyeke siyasî ya unîter li derdora vê hikûmetê dike. Heta ku nakokiyên di navbera Elewî, Kurd, Durzî û Ereban de neyên çareserkirin û lihevkirin pêk neyê, avabûneke bi vî rengî dernakeve holê. Lazim e kesek bêje, 'ya hûn dikin şaş e' naxwe wê pêvajoya li Tirkiyeyê sabote bibe."

Divê bi Kurdan re lihev bikin 

Ergîl axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Tirkiye li şûna ku bi windakirina wan re kêm bibe, bi hevgirtina bi Kurdan re dikare kûrahiya stratejîk a tê xwestin li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Nekariye vê yekê bi rêya Îslama Sûnî bi dest bixe; ne ji aliyê çandî, aborî û ne jî ji aliyê leşkerî ve. Divê pêşî bi Kurdan re bigihije lihevkirinekê. Nifûsa Kurdan a li welatên cîran, ku di bin bandora civaka Kurd a mezin a li Tirkiyeyê de bû, wê tevlî vê yekîtiya siyasî jî bibûna. Ez behsa yekbûna bi dewletê re nakim; formasyonên Kurd ên li wê derê jî wê di nava vê koalîsyonê de cih bigirta. Tirkiye heta roja îro her tim di nava tirsa 'zerar ji Kurdan bê û destketiyên wan veguhere tevgereke parçebûyî' de jiya ye û ev tirs her tim hatiye zêdekirin."

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.